Diyarname
Helbestvan Ehmed Huseynî 10'ê vê mehê li Swêdê canê xwe ji dest dabû. Biryar hat dayîn ku cenazeyê wî dê bibin Rojava. Berî wê li Amedê dê merasima cenazeyê bê li dar xistin û ew bê oxirkirin.
Li gor agahiyên gihîştine ber destên me, roja 26'ê mehê saet 11'an de cenazeyê Ehmed Huseynî dê bigihîje balafirgeha Amedê. Li balafirxaneyê wê bê pêşwazîkirin û dê cenazeyê bibin morgê. Paşê roja din, yanê 27'ê mehê saet 11'an de li ÇandAmedê wê merasim li dar bikeve. Di merasima li vir de ji siyasetmedar heta şaredar, nivîskar û rewşenbîr gelek kes dê amade bin. Û roja şemî serê sibê jî wê cenazeyê bi ser Deriyê Sêmalka re oxirê Rojava bikin.
****
Têbiniya Diyarnameyê:
Ji bo yên nizanin helbestvan Ehmed Huseynî roja 10'ê adarê mir. Va ye nûçe û nivîsên eleqedar ên vê demê:
- Çend Têbinî Li ser Xatirxwestina Şêxê Helbesta Kurdî Ehmed Huseynî
- Şair Ehmed Huseynî merd
- Em ê çawa vê birînê bi hev bidin nasîn û vê xewnê şîrove bikin
- Li Amedê ji bo Ehmed Huseynî şîn datînin


