Diyarname
Ji bo TRT Genç'ê rêzefîlmekî bi navê "Tozkoparan Îskender" çêkirine. Ev Îskender karakterekî xeyalî ye û tîravêj. Ji bo vê di sala 2019'an de li Tuzlaya Stenbolê berkoleyek çêkirine, qaşo ev berkoleyê wî ye.
Heta vir her tişt normal e. Nenormalî li vir dest pê dike: Du lêkolînerên tirk fikirîne ku ev dekora rêzefîlmî dibe berhemeke dîrokî be, roja 26'ê reşemiya 2025'an serî li Lijneya Parastina Mîrateya Çandî ya bi Nimreya 5'an a Stenbolê dane. Di encamê de ev berkole ku wekî dekorê rêzefîlmekî hatibû bikaranîn qeyd kirine û wekî mîrateya çandî ya dîrokî qeyd kirine.
Bi ser vê re, Ahmet Şen û Sude Sakî di hejmara 88'an a Kovara LêkoLînê ya Karadenîzê de gotareke "zanistî" nivîsandine. Gotar bi navê "Berkoleya yekem û tekane ya Tozkoparan" gotar amade kirine. Di gotarê de ev "Tozkoparan Îskender" ji zarokatî ve çawa bûye tîravêjekî jîr, çawa beşdarî şeran bûye, ji kî perwerdehiya tîravêtinê girtiye, çawa beşdarî Ocaxa Yenîçerî bûye, çawa beşdarî seferên Osmanî bûye, yek bi yek nivîsandine."
Paşê Dr. Şukru Seçin Anik li dijî vê gotara van her du kesan gotarek nivîsiye û ew gotara wan red kiriye.
Anik gotiye, "ev tiştên hatine jiyîn trajîkomîk in" û wiha gotiye, "Ji ber warê min e ez li ser tîravêjî xebatên akademîk dişopînim. Dema li Weqfa Okçular* dixebitim ji bo sazkirina ev dekorê rêzefîlmî min şêwirmendî kir. Wan jî gotiye qey berkoleyeke dîrokî ye. Dema min ev gotara wan dît ez gelek şaş bûm. Jixwe dekor di beşa 14'an a rêzefîlmî de tê dîtin. Menzîl (berkole) ji kevirên mermerê pêk tên. Ligel Weqfa Okçular, gelek kes hene li ser mijarên wisa lêkolînan dikin. XWezî bi me bişêwriyana."
**
* Têbiniya Diyarnameyê: Ji nûçeya NTV hatiye girtin û hatiye kurtkirin. "Okçular Vakfı" tê wateya "Weqfa Tîravêjan" ku di sala 2013'yan de li Stenbolê hatiye avakirin û nêzî hikumeta AKP'ê ye.


