Em gelê kurd mirîperestên zindîkuj in.
Li ser şevşahîyên di roja mirina Cegerxwînî de
Perwîzê Cîhanî
Gava ku mirov çav li jiyana rojane ya gelê kurd û mêjûya civakî û ramyariya wî dixişîne û wê di gel yên hevhêsîyan dide ber hev, mirov dibîne ku di kiriyarê de gelek rê û rism û urf û edet û rabûn û rûniştinên gelê kurd ne wekî gelên din e. Ev yek ji çend nimûneyên cudatiya nîveka gelan e. Lê tiştekî din li nav me kurdan heye, ku dibe li bal dîtir gel û neteweyan qet tune be. Ew jî ew e, ku em ta ku li bal hev in, em he jî hevdu nakin, lê dema ku em dûrî hev dikevin, em qedrê hev digirin û xwe qurbana serê hev dikin. Yan jî hindî ku em zindî ne, em biha û giraniya hevdu nizanin, lê dema ku mezin yan pêşewa û hozan û serokekî me koça dawiyê dike, ji bo me pîroztir dibe. Ezê nimûneyeke biçûk ji jiyana rojane ku min bixwe bi çav dîtîye, bînim. Mamoste Hêmin Mukriyanî ku helbestvanê Komara Mehabadê bû û yek ji navdartirîn û mezintirîn hozanên soranînivîs bû, hindî ku zindî bû, aware û derbeder û sergerdan û bêxanûman rojê li gundkî û hefteyê li bajarekî bû. Dema ku li ser bîr û hizrên xwe yên ramîyarî ji HDKÎ veqetiya çû gundê xwe Şîlanawê da ma. Di wî gundî de dixwest piştî dehan sal nivîskarî û helbestvaniyê taze dest bi werzigarî û çandiniyê bike û qelemê dane û bi maçikê cot ra bigire. Li dû re Mamosta ji gund anîn Ûrmiyê. Lê di Ûrmiyê de jî mamoste di rewşeke xerab de bû. Belam dema ku mamoste di bajarê Ûrmiyê de koça dawiyê kir, xebera mirina wî wekî bombeyekê teqiya. Bi deh hezaran kurd rijiyane ser cenazeyê wî û bi hezaran erebe bi cenazeyê wî re ji Ûrmiyê ber bi Mehabadê rê ketin. Min hînga got, eger tenê ew pareyên binzîna wan erebeyan yên ku di wê rojê da hate mezaxtinê, di dema ku mamoste zindî bû, bidana mamoste, belkî mamosta çendîn salên din jî bi wan pereyan bijiya. Roja çalkirina cenaze hezaran kesî rondik rijandin, hemû kurdên li rojhilata Kurdistanê reş girêdan û rê û rismên şîngêriyê bi hefteyan domand.
Rewşa jiyana Cegerxwînî ji ya Mamoste Hêminî jî xerabtir bû. Ew jî rojê li gundekî û mehê li welatekî aware û penaber bû. Hîç kes ji sermiyandar û kesên ku xwe dilsozên vî miletî dizanin, di hanaya wî de nehatin. Mamoste li xerîbî û dûrewelatiyê di mala salimendan da dima. Lê dema ku mamostayî koça dawiyê kir, kurd ji Swêdê heta Sûriyê bi cenazeyê wî re bi rê ketin. Kurdistanê reş poşî û bi hezaran û mîlyonan mirovên kurd rondikên xûnê rijandin.
Şîngêrî û rê û şûnên serexoşî û behiyê di nav hemû gelan de heye, lê tişta ku mirovî zendegirtî dihêle, ew e, ku îro gelek saziyên me di roja mirina Cegerxwînî de, ne di roja bûna wî de şevşahiyan li dar dixin û şevê helbest xwendinê dadimezrînin. Û wî hozanê mezin ne di rojbûna wî de, lê di rojemerga wî de bi bîr tînin.
Rastî jî em kurd mirîperestên zindîkuj in.
Kê di roja mirina navdarê xwe de şa dibe û şevşahiyan li dar dixe? Gelo bi we jî ev kiriyara sosret nayê? Bi bîr anîna mezinan û rêzlêgirtina wan erka me hemûyan e, lê her tiştekî dema xwe heye. Şîn ji bo miriyan û şahî ji bo nûbûyan e.
***
Nivîsên din ên Perwîzê Cîhanî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- DEBISTANa Kurdî
- Alfabêya kurdî ya hevpişk
- Em peyvên ku di ferhengên kurdî de nîn in diweşînin


