Diyarname
Di Lîga 2'yemîn de maçên play-offê hatin lîstin. Ji van di maça Mardinspor û Mûşsporê de Mardin bi 2-1 bi ser ket û derket Lîga 1'emîn.
Mardin 1969 Spor di Lîga 2'yemîn Koma Sor de bi 71 pûanî bûbû duyemîn û mafê lîstina maçên play-offê bi dest xistibû. Di maça pêşî ya play-offê oe tîma Kahramanmaraşê têk biribû û derketibû fînalê.
Muşsporê jî tîma Aliagasporê têk biribû û di fînalê de bûbû reqîbê Mardinê. Ji van tîman kîjan bi ser bikeve dê derketana Lîga 1'emîn.
Maça finalê li Stada Amedê hat lîstin. Gola Mardînê di deqeya 24'an de Mertan Öztürk û deqe 61'ê de Miraç Acer avêt. Mûşsporê di deqîqeya 73'yan de bi Bilal Budak bersiv da, lê têrê nekir.
Bi vî serketinê de piştî 18 salan cara yekê ye Mardinspor derdikeve Lîga 1'emîn. Muşspor bi vê encamê dîsa di Lîga 2'yemîn de ma.
Piştî Batmanpetrolsporê tîmeke din a bajarê kurdan ji Lîga 2'yemîn derket Lîga 1'emîn. Amedspor ji Lîga 1'emîn derketibû Lîga Super.


