Diyarname
Maça Portekîz û Xirvatistanê bi biryarên hakêman balkêş bû. Lê di dawiyê de Portekîz bi ser ket. Spanyayê bi rehetî Avusturya têk bir. Swîsreyê jî Cezayîr şand mal.
PORTEKÎZ-XIRVATISTAN: 40 SALIYAN LÎST
Di maça Portekîz û Xirvatistanê de du lîstikvanên bakêş hebûn: Li aliyek Cristiano Ronaldo yê 41 salî, li aliyê din li Xirvatistanê Luka Modric ê 40 salî,Ovan Perisic ê 37 salî û hwd.
Di nîveka yekem de her tu tîmann jî nekarîn golan biavêjin. Di deqîqeya 57'an de Xirvatistan bi gola Pericis derket pêş, Portekîzê di deqîqeya 68'an de bi gola penaltiya Ronaldo bersiv da: 1-1.
Ji ber ku maç gelek sekinî hakêm 10 deqe lê zêde kir. Gonçalo RAmos di deqîqeya 90+4 de bi serê xwe lê da û encam diyar kir: 2-1. Portekîz bi vê yekê derbasî Dora 16'an bû.
BALKÊŞIYÊN NÎVEKA DUYEM
Di nîveka duyem de gelek balkêşî hebûn: Du caran VAR'e gol betal kirin. Di deqîqeya 61'ê gola Ronaldo ji aliyê VAR'ê ve hat betalkirin. Loma 10 deqe li maçê hat zêdekirin. Ev jî têre nekir, maç 109 deqe dom kir. Di deqîqeya 90+16 de vê carê gola lîstikvanê Xirvatistanê Gvardiol ji VAR'ê vegeriya.
SPANYA - AVUSTURYA
Di maça Spanya - Avusturya de Spanya favorî bû û ev yek neguherî. Spanyayê bi golên Mikel Oyarzabal (dq 36 û 89) û Pedro Poro (dq 66) bi 3-0 reqîbê xwe têk bir û derbasî Dora 16'ayn bû.
SWÎSRE - CEZAYÎR
Di maça Swîsre û Cezayîrê de jî aliyê serketî Swîsre bû: 2-0.
Di deqîqeya 10'an de bi gola Breel Embool Swîsre derket pêş; Di deqîqeya 46'an de jî Dna Ndoye encam diyar kir.
MAÇÊN ÎRO
Îro 3 maç hene. Bi van maçan Dora 32'yan temam dibe û hemû tîmên derbasî Dora 16'an dibin diyar dibin.
Avusturya û Misir di saet 21.00'an de, Arjantîn û Giravên Cabo Verde saet 01.00'an, Kolombiya û Gana jî destê sibê saet 04.30 de tên hemberî hev.
**
Rûpela Taybet a Kûpaya Cîhanê:
- KÛPAYA CÎHANÊ 2026
DIBE EV NÛÇE-NIVÎS BALA WE BIKIŞÎNIN:
- Paraguayê panzêr pelixandin û got: Cihê we li vir tune ye!
- 49 mîlyon kesî nikarîn bi 438 hezar kesî!
- Maçên koman temam bûn; Va ne yên serketî, yên xeyalşikên, notên giştî
- Diyarnameyê ji Grokê pirsî, wê di Kûpaya Cîhanê kîjan welat bi ser bikeve?
Ji Messi dîrokeke nû: Di Kûpaya Cîhanê de kesê herî zêde gol avêtin
- Jê bawer nekin lê dîsa jî vê nûçeyê bixwînin
**
- Swîsreya bê marş, çar ziman û golên wê yên li Kûpaya Cîhanê
- Mêrxas Doskî yê kurd û sê golavêjên din
- Goga Lingan û Serê Hz. Huseyîn
- Şeva lîstikvanê kurd Denîz Undav a di Kûpaya Cîhanê de
- Ji bo cîhanê goga lingan, ji bo kurdan gef û gur û fişarên tirkan
****
Ji bo temamê maçên rojê:
- Roj bi roj maçên Kûpaya Cîhanê (temamê lîsteyê)


