Diyarname
Senarîst, nivîskar û lîstikvan Meral Okay di 21'ê sermawezê de li Tim Show Center bi şeveke bi navê "Meral Okay li Gundê Matematîkê tê dinê" tê li dar xistin.
Armanca vê şevê ew e ku piştgiriya Gundê Matematîkê bike. Gundê Matematîkê ji aliyê Ali Nesin ve di sala 2007'an de hatiye sazkirin û ji xwe re kiriye armanc ku matematîkê bi ciwanan bide hînkirin û hezkirin. Meral Okay ku dema dijî pir qîmet dida Gundê Matematîkê loma niha bi şevekê hem piştgiriya Gundê Matematîkê tê kirin hem jî Okay tê bibîranîn. Di şeva ku dê pêşkêşvaniya wê Beyazit Ozturk û ENgin Altan Duzyatan bike de dê Ali Nesin, Aziz Akyavaş, Dilara Endican, Durul Taylan, Yagmur Taylan, Emine Uşakligil, Gul Oguz, Halit Ergenç, Hande Ataizi, Melisa Sozen, Meryem Uzerli, Murat Yildirim, Mustafa Atalik, Mustafa Oguz, Nur Fettahoglu, Oktay Kaynarca, Ozan Guven, Pelin Akat, Selma Ergeç û Timur Savci derkevin ser dikê û axaftinê bikin. Her wiha di şevê de dê Sezen Aksu jî konserê bire.
Hemû pereyên ji şevê bêne bi dest xistin dê bidin Gundê Matematîkê ya li Şîrînceyê.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Sirri Sureyya Onder li ser Okay axivî
- Senarîsta navdar Okyay Wefat kir


