Diyarname
10'emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya New Yorkê dest pê kir û heta 4'ê mehê dê bidome.
Ji bo festîvalê bi ser 300'î re fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm, belgefîlm û fîlmên anîmasyonî hatine şandin. 30 fîlm ji wan hatine hilbijartin û têne nîşandayîn. Festîval 29'ê mehê bi nîşandayîna belgefîlmê derhêner Hemen Xalidî (Hemen Khaledi) yê bi navê "Singing Wings" ("Baskên Stranan Dibêjin", 73 deqe) dest pê kir.
Di roja dawî de fîlmên di beşên Fîlmên Metrajdirêj, Belgefîlm, Anîmasyon û Kurtefîlman de bi ser bikeve dê bêne xelatkirin.
Ji bilî fîlman çalakiy^ne
4'ê mehê fîlmê Yilmaz Guney û Şerif Goren "Yol" (Rê) wekî fîlmê dawîlêanîna festîvalê bê nîşandayîn.


