Kerkûk
Ji Amedê koma şanoyê lîstika "Destana Dewrêş û Edûlê" li Festîvala Kerkûkê lîst. Endamên komê gotin; “Tiştê ku festîvalê xweşiktir dike bi ziman û çandên cuda beşdarbûna komên ji çar parçeyên Kurdistanê ye.”
10’emîn Festîvala Şanoyê ya Kolanan ya Navnetewî ya Kerkûkê 12'yê mehê dest pê kir û roja 13'yê mehê lîstika “Destana Dewrêş û Edûlê” hat pêşkêş kirin.
Ji endamên komê Esra Ekîncî ji bo Rojnewsê wisa axiviye; “Em ji Amedê hatine beşdarî vê festîvalê bûne. Em bi şanoya ‘Destana Dewrêş û Edûlê’ beşdar bûn ku destaneke kevn a kurdan e û li ser Destana Dewrêş û Ebdî hatiye çêkirin. Me karî beşek ji vê destana dîrokî nîşan bidin û bi çavên Edûlê vebêjin; Edûl kî bû û çawa bû. Ez hêvî dikim ku temaşevanan ji nîşandana lîstika me kêf girtibin.”
'EZ KÊFXWEŞ IM ME LI SER KELEHA KERKÛKÊ VE LîST'
Ekincî gotiye; “Ez kêfxweş im ku cara yekem beşdarî vê festîvalê dibim" û wiha dom kiriye, "Bi taybetî ji ber ku me Destana Edûlê anî Kerkûkê; Ji bo min kêfxweşiyeke mezin e ku me li ser keleha dîrokî ya Kerkûkê şanoya xwe pêşkeş kir. Tiştê ku vê festîvalê xweşiktir dike beşdarbûna komên ji hemû beşên din ên Kurdistanê bi ziman û çandên xwe ye. Xelkê Kerkûkê hunerhez in û zû têkelî karên hunerî dibin. Xelkê Kerkûkê gelek alîkariya me kirin. Em spasiya wan dikin.”
'TEMAŞEVANAN JI LÎSTIKA ME GELEK HEZ KIR'
Endamê komê Kayhan Ûrmiyeyî ku di lîstika “Destana Dewrêş û Edûlê” de rola Derwêş
lîst wiha got; “Hilbijartina vê nîşandanê ji bo me gelek girîng bû. Me bi hevalên xwe re nêzîkî mehekê provayên vê şanoyê kir heta me karî bi awayek baş û watedar pêşkeşî temaşevanên hêja bikin. Temaşevan bi vê şanoya me gelek kêfxweş bûn. Ev karên ku Mamosta Receb li ser dixebite, hemû jî taybet in û hunereke cuda tê de derdikeve holê.”
Festîvala Şanoyê ya Kolanan ya Navnetewî ya Kerkûkê heta 15'ê mehê didome.
**
Nûçeya Eleqedar:


