Diyarname
Di Festîvala Fîlman a Meletî de xelatên fîlmên bi ser ketin hatin belavkirin. Di merasima xelatdayînê de daxwaza aştiyê jî hate ziman.
Şeva merasima xelatdayînê li Salona Kemal Sunal a Navenda Çand û Kongreyê ya Meletî li dar ket û Korhan Abay û Defne Halman pêşkêşvaniya şevê kir. Di 19 waran de fîlm ji bo "Mişmişa Krîstal" ketin pêşbaziyê. Fîlmê Emin Alper "Tepenin Ardi" mohra xwe li şevê da û 5 xelat girt.
Di şevê de Reis Çelik ku bi fîlmê xwe "Lal Gece" xelata Derhênerê Herî Serketî girt, wisa got: "Barê vegotina êşan dikeve ser milê huner û hunermendan; divê em bi van êşan re rû bi rû bibin. Wê çaşê emê bikaribin ji dêvla êşan hezkirinan bînin ziman."
Di festîvalê de fîlmê Emin Alper "Tepenin Ardi" xelata Senaryoya Herî Serketî girt. Li ser navê Alper sazkarê fîlm Enis Kostepen xelat girt. Wî balkişand ser keda fîlman a ji bo aştiyê û got ku divê mirov guh bide dengê aştiyê.
6 lîstikvanên fîlmê "Tepenin Ardı" jî xelata lîstikvanên herî serketî girtin. Seroka Juriyê Biket İlhan xelat da wan û İlman ev bang kir: Ez bang dikim ku li hemû dinyayê aştî çêbibe, ket negirî û kes ji birçînan nemire.
Di festîvalê de ev xelat hatin belavkirin:
- Fîlmê Herî Serketî: Tepenin Ardi
- Derhênerê Herî Serketî: Reis Çelil (Lal Gece)
- Lîstikvana Herî Serketî: Jale Arikan (Zerre)
- Lîstikvanên Herî Serketî: Tamer Levent, Reha Ozcan, Mehmet Ozgur, Berk Hakman, Furkan Berk Kiran, Mehmet Okur (Tepenin Ardi)
- Senaryoya Herî Serketî: Emin Alper (Tepenin Ardı)
- Muzîka Herî Serketî: Saki Çimen (Ateşin Duştugu Yer)
- Xelata Taybet a Juriyê: FerahFeza
- Derhênerê Dîmenê yê Herî Serketî: Ercan Yilmaz (Ateşin Duştugu Yer)
- Vesazkirina Herî Serketî: Mesut Ulutaş (Zerre)
- Xelata Siyadê: Tepenin Ardi
- Kurtefîlmê Herî Serketî: Aralik
- Jelata Juriyê ya Taybet (di warê kurtefîlman de): Dom
- Xelata Mansiyonê (Di warê kurtefîlman de): Kafes
Her wiha di warê Pêşbaziya Navneteweyî de jî fîlmê "No" xelata Herî Serketî, derhêner Benh Zeitlin jî bi fîlmê xwe "Beasts Of The Southern Wild" (Diyarê Xewnan) xelata Derhênerê Herî Serketî girt.


