Diyarname
Vaye çîroka Dayikên Şemiyê ku ev 400'emîn car e ku tên ba hev.
Dayikên Şemiyê ku her roja şemiyê tên ba hev û daxwaza aqûbeta zarok/xizmên xwe dikin yekem car di 27'ê gulana 1995'an de li ber Lîseya Galatasarayê saet 12'yan de çalakiya rûniştinê lidar xistin.
Dayik bi daxwaza "Bila dawî li windakirinên di bin çavan de bê, bila aqûbeta windayan bê eşkerekirin, bila berpirs bêne dîtin û bêne darizandin."
Di navbera salên 1995-1999'aen de her şemiyê dayik hatin ba hev û navê wan êdî bû Dayikên Şemiyê. di 7 mehên dawî yên sala 1999'an de ew her rastî êrîşa hêzên dewletê hatin û herî hindik ew wê şevê dibin çavan de man. Dayikan ji ber zordariya dewletê ji mecbûrî dest ji çalakiyê berda û piştî 10 salan, yanê di sala 2009'an de careke din dest bi çalakiya rûniştinê kir Lê vê carê ne bi tenê bûn. Li Amedê jî dayik rûdiniştin û dengê xwe digihandin dengê Dayikên Şemîyê yên li Stenbolê û ev çalakiya wan hê jî didome ku vê hefteyê (23 sermawez) dikeve 400'emîn car.


