Diyarname
Bi navê "Li hemberî derbeyê 70 mîlyon gav" meşeke li dar dikeve. Saziyên sivîl, saziyên siyasî jî piştgirî didin meşê.
Ji bo ragihandina armanc û cihê meşê dê 18'ê mehê li Taksîm Hillê daxuyaniyeke bê dayî. Li gor agahiyên gihîştin ber destê me meş d ê 21'ê mehê li Tunela Beyogluyê heta meydana Taksîmê bidome.
Û meş bi vî awayî bi nav kirine: "21'ê pûşpera 2008'an dê roja herî dirêj a salê, roja herî ronî, roja herî paqij be. Vaye di vê rojê de tiştê ku ev 50 sal in me newêrî cesaretê bikin, em her ji bo vê dereng mane emê pêk bînin."


