Amed
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, çû deriyê sînor ê li navbera Nisêbîn û Qamişloyê û alîkariya berhev kiribûnragihand rayedarên wê derê.
Alîkariya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, şaredariyên Amedê Baglar, Sûr, Yenîşehir û Kayapinarê bi hev re komkiribû li herêma tampon a li deriyê sînor ê di navbera Nisêbîn û Qamişlo de hate teslîmkirin.
Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr, Cîgirê Şaredarê Kayapinarê Mahmut Dag, Cîgirê Şaredarê Sûrê Turkî Gultekîn û Cîgira Şaredara Baglarê Sema Koç, sibê saet 07:00'ê li Şantiyeya Mardînkapi a Şaredariya Sûrê hatin ba hev û paşê ber bi Nisêbînê ve bi rê ketin. Şaredar û cîgiran xwe gihand Navenda Çandê a Mîtannî a li Nisêbînê, li vê derê ji aliyê Serokê BDP'a Mêrdînê Reşat Kaymaz, Serokê BDP'a Nisêbînê Abdulbarî Eren û dayikên aştiyê ve hatin pêşwazîkirin.
Serok û şaredar piştî gihîştina ber kamyonên erzaqê yên ji Şaredariya Bajarê Mezin, Baglar, Kayapinar, Sûr, Yenîşehir, Bismîl û Qoserê hatibûn, çûn Deriyê Sînor ê Nisêbînê. Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan li vir pêşwazîya wan kir û li herêma tampon 12 kamyonên alîkariyê radestê rayedaran kir.
Baydemîr da zanîn ku wekî Şaredariya Bajarê Mezin û GABB'ê ew ê ji îro pê de zêdetir hewl bidin li gel Şaredariya Nisêbînê li nik gelê rojava bin û bi ser hawara wan de herin.


