logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  3. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Dramaturjiya Teatroya Kurdî

Carinan hin mijar û hin gotin, bi hemdê xwe û bêhemdî xwe jî “giran” in. Gotinên giran di vegotin û xwendinê de mirovan

  • Dîrok: 06/03/2013
  • Beş: Serbest

Çetoyê Zêdo

Carinan hin mijar û hin gotin, bi hemdê xwe û bêhemdî xwe jî “giran” in. Gotinên giran di vegotin û xwendinê de mirovan aciz dikin. Di kurmancî de jî gelek tişt, bi vê giraniyê dest pê dike û dîsa bi vê giraniyê nayê famkirin. Ji ber ku wergirtina wateya kurmancî, ji bêpergalbûna “îroniya xwe” zû bi zû xwe nade dest xwendevên. Hin caran dibe ku ji bo hevokekê, çend hevokên din di hundurê kevanê de, bi têbinî were şîrove kirin. Sedemên vê yekê, di qelsbûna xwendina kurmancî de dibînim. Gelek gotin, ji ber vê qelsiyê nagihîje muxetabê xwe û hişk dibe…
Mafê gotinê li kê dikeve, mirov xwediyê wan peyvan e, yan na? Her gotin, çi berpirsiyariyê dide xwediyê xwe? Mafê gotinê li ku disekine û muxatabê gotinê kî ne? Raste rast mecbûr dimînim û bêdilê xwe peyvên giran wekî “divê, çareserî, kurdî, xwendin û zanîn…” bikartînim. Ez xweş dizanim, ku mirov qala kurdî bike û li ser navê “em, zimanê me, çanda me, şanoya me” vebêje, berbirsyariyeke giran û “zimanekî tundî” jî li ber xwe dertîne…
Ji ber van sedeman, xwe mecbûr dibînim û “destûra gotinên giran” dikim. Wekî ku di her mijara kurmancî de, zanîn û mafê gotinê li her kesekî kurd dikeve, bila li min jî bikeve. Dibe ku çend peyvên zêde jî bikarbînim, wê jî bidin xatirê dramatûrgekî kurmanc! Ez dixwazim li ser dramatûrjî û şanoya kurdî û li ser mijarên wê yên sereke bisekinim.
Di hebûna temsîliyeta neteweyî de; wêje, şano û bi giştî huner wekî “pêdiviyekê” tê dîtin. Şanoyeke netewî, bi ziman, mijar û şêwaza xwe, xwe dide nasîn. Li Bakur, şanoyeke kurmancî çi qasî dikare vê temsîliyetê ragire? Hunermend û şanogerên kurd, di vê “temsîliyetê” de li ku disekinin û xwe çawa dibînin? Derfetên hunermendên şanoyê, di vê pergalê de çi ne? Çi ji destê wan tê, dikarin ji bo huner û şanoyeke kurmancî çi bikin yan jî niha çi dikin? Nirxandin û kêşeyên Teatroya Kurdî, di hişmendiya hunera teatroyê de li ku disekine? Nakokiyên Teatroya Kurmancî, xeteriyên dramaturjî û lîstikvaniya wan çi ne? Têkiliya şano û wêjeya kurdî, çi qasî bi hevdu ve girêdayî ye? Lîteratura hunera kurdî, kêşeyên xwendin û nivîsandina kurdî, çi qasî bala lîstikvanan dikişîne? Şano û şanogeriyeke kurmancî bi kêrî çi tê? Bi van pirsan mirov dikare dest bi têbiniyan bike.   
Bi gotineke giran, ji bo şanoyeke kurdî, bigihîje temaşevanê xwe “divê” serê xwe bi dramaturjiyê biêşîne. Mijarên sereke yên ji bo şanoyê, gelek in û ne hêsan in. Berî ku şanoger dest bi şanoyeke kurdî bike, divê pirsgirêkên xwe yên kurdî çareser bike û zanîna şanoya xwe bi kurdî biafirîne. Zanîna şanoyê, li her derê û bi her zimanî heman mijar û huner e. Ji bo ku mirov, qala şanoyeke kurmancî û xwedî taybetiyekê bike, divê pirsgirêkên wan tenê ne ziman be. Mijar û şêwazên şanoya neteweyekî, naşibe neteweyekî din. Ku tenê mirov li zimanê şanoyê binêre wê tênegihîje. Jixwe “zimanê” şanoya kurmancî bi her halê xwe, bi qisûran tije ye. Ev mijareke êşî û xîzaniya şanogeran e; ne ya temeşevan e. Ku mirov bala xwe bide rexneyên li ser lîstikên kurmancî, bi nivîskî yan jî bi devkî, her temaşevan vêya bi dengekî bilind vedibêje, ev tiştekî berbiçav e. “Qirrik” û zimanê lîstikvanan bi xeteriyên zimên ve tije ne.
Ji bo hunera şanoyeke kurdî, mijarên mezin û xebatên dûvedirêj li benda şanogeran e. Gelek têgehên teatroyê, hîna di rojeva şanogeran de ne zelal e û ne jî bi kurmancî ne. Ji ber vê sedemê şanogerên kurdî, nikarin qala hunera xwe, bi zimanê xwe bilêv bikin. Zanîn û dîroka teatroyê divê bi kurmancî rave bibe û di poetîka şanogeran de divê bi cî bibe.
Di teatroya ewropî de qonaxên dîrokî û nivîskarên wê, divê bên nasîn û bi “Kurmancî” were xwendin û dîtin. Ji bo hin kesan dibe ku wekî dubarekirinekê be, lê ji bo çend kesan be jî, divê mirov qala hin serdem û navên taybet bike. Li welêt, gelek kom û atolyeyên şanoyê bi kurmancî xebatên xwe didomînin hene, lê hîna jî, xwe ji wergera tirkî xelas nekirine. Gelek hezkiriyên şanoyê hene û dixwazin di hunara şanoyê de pêş ve bikevin, ji bo van kesên ku nû dest bi şanoyê kirine, mirov dikare qala wêneyekî dramaturjiya giştî bike. Ji bo zanîneke dramatûrjiyê pêdivî bi kîjan serdem û nivîskaran heye? Bêyî dîrok û nivîskarên teatroyê,  ne zanîna şanoyê û ne jî nivîskariya wê, tê famkirin. Bi kurtasî, ji bo destpêkirina dramaturjiyê, serdemên taybet û nivîskarên navdar ev in: Di Teatroya Antîk de (Yewnanî-Latînî) Aiskhylos, Sophokles, Eûropîdes, Arîstoltales “Poetîka”; Aristophanes, Plaûtûs, Seneca, Horatîos “Arspoetîka”.
Serdama Navîn (Feodalîte Ya Ewropa) û Ronesansê de, Lîstikên Olî “Morality- Everymen”, Comedîa dell’arte û Goldonî, Lope de Vega.
Nivîskariya Dawiya Serdama Navîn; Marlove û “Rebbê Teatroyê” Shakespeare...
Di klasîzma Serdema Nû de; Corneille, Racîne, Moliere û bi Şoreşa Frensî şanoyên neteweyî bi romantîzmê re di melodramê de; Schîller, Lessîng “Dramaturjiya Hamburgê”. Di Realîzma Ewropî de (naturalîzm) Îbsen, Çêxov, Hauptman.
Di Sedsala 20’an de Teatroya Modern wekî “Serdema Derhênerên Teatroyê” tê zanîn. Stanîslavskî “Sîstem”, Meyerhold “Bîomekanîk”, Artuad “Tundî û Rituelî” A. Antoîne “Xwezayî û Diwarê Çaremîn”, Max Reinhardt, Otto Brahm, Appia, Gordon Craig… 
Teatroya Politîk bi Pîscator re dertê û Brecht bi Teatroya Epîk, dijberiya li hemberî Teatroya Arîstotalyenê poetîka şanoya xwe datîne. Teatroya Absurd û berhemên nivîskarên xweser wekî; Beckett, Îonesco, H. Pinter, Strinberg, Maeterlinck, A. Jarry, B. Shaw, Kaiser, Eugene O’Neill, Lorca, Dario Fo,  Arthur Miller, Tenesse Williams, Sartre, Camus, Jean Genet, Anoilh, Durremant, S. Shepard…
Şonoya Hemdemî an jî Teatroya Avangard an jî Teatroya Postmodern; Grotowskî “Teatroya Xizaniyê û Lîstikvaniya Pîroz”, Eugene Barba “Antropolojiya Teatroyê”, “Peter Brook “Teatroya Navnetewî”, Augusto Boal “Teatroya Bindestan”… Ji bo teatroyê wêneyekî giştî, bi van navan mirov dikare li ser hunera şanoyê bixebite û binase. 
 
Berhem û mijarên dramaturjiya kurdî

Dramaturiya kurdî, bi referansên xwe û berhemên şanoyê divê were nirxandin. Ku ‘nivîskariya şanoyî’ û lîstikvanî li ser vê hîmê neyê kirin, wê her tim bilukume û lokal bimîne. Ji bo derfetên şanoyeke xwedî karakter, divê bi tevahî ‘girî’ û ‘ken’ê xwe bi ziman û zanîna xwe bibîne… Zanîna şanoyê, bi derfetên kurdî ku were kolandin û şopandin, wê gavê mirov karibe qala şanoyeke xwedî taybet bike.
Şanoyeke kurdî mecbûr e ku, bi nivîs û xwedina kurdî re têkilî be û zanîna şanoyê ji çavkanî û berhemên şanoyê binase. Şanoya kurdî, mijar û çîroka xwe di ‘laş’ û ‘zimanê lîstikvanan’ de divê berbiçav bike û xwe vebêje. Her mirovê ku di xwestaka lîstikavaniyê de be û bixwaze di sahneya kurdî de bêje “Ez li vir im, bala xwe bidin min!” divê ji xwe re poetîkaya hunera xwe biafirîne. Derhêner û lîstikavanên kurd, divê xwe li sahneyeke “Kurd û Kurmancî” bibîne; ku berê xwe nedin berhem û civaknasiya xwe, wê hertim çavê wan li deriyên tirkî be. Û ji ber vê yekê mirov, wê nikaribe qala hunereke xwerû kurmancî bike.
Ji dîroka nivîskariya Şanoya Kurdî, berhemên ku divê bi “lezgînî” werin nirxandin ev in: Evdirehîm Rehmî Hekarî  “Memê Alan-1918”, Erebê Şemo “Koçekê Derewîn-1930”, Celadet Alî Bedirxan, “Hevind-1933”, Mûsa Anter “Bîrina Reş-1959”, Taharê Biro “Memê û Eyşê-1967”…
Piştî Salên 1990’î û ceribandinên tekstên şanoyê: A. Gernas, Helîm Yûsiv, Cemîl Denlî, Rênas Jiyan… Çend berhemên şanoyî, yên sereke ku wergera wan çêbûne jî ev in: “Prometheûsê Zincîrkirî” Asxîlos (Aiskhylos), “Tartuf” (Moliere), “Bexçeyê Vîşnê” (A. Çêxov), “Dayîka Wêrîn û Zarokên Wê” (Brecht), “Li Benda Godot” (Samuel Beckett).
Ji bo ku serboriya şanoya kurdî were dîtin, gelek berhemên kurdî yên ji Sovyetê û ji şanoya Soranî (Başûr) hene ku, hîna werger û tîpguheziya wan çênebûne, mirov divê wan jî ji bîr neke. Muhsîn Osman, di pirtûka xwe ya bi navê “Hizirkirin Di Pirsên Şanoyê De û Mezopotamya” vekolînên dîrokî û dramayê, ji bo zanîn û lêgerîneke şanoyê, çavkaniyeke berfireh dide xwendevên.    
Berî ku lîstikvanek an jî hezkiriyên şanoyê, bala xwe bide dramaturjiyê, divê di lêgerîn û nirxandina hunerê de be. Hin ji pirsên dramaturjî ev in: Teatro çi ye? Çi dibe teatro? Wêjeya kurdî, çi qasî nêzî şanoyê ye? Ji bo sahneya kurdî û temaşevanên wê kîjan berhem û adaptasyonên teatral lazim in? Pîvan û kêşeyên lîstikavaniyê çi ne? Lîstikavaniyeke kurmancî, lê çawa? Rastiya jiyanê û raxistina sahneyê li ku pêrgî hev tê? Mirov ji bo çi dilîze? Mijarên ku dibin astengî yên ji bo şanogeran çi ne? Hîle û teknîk û derfetên lîstikvaniyê çi ne? Mirov dikare qala temaşevanên kurdî bike û hebe temaşevan kî ne? Şanoya kurdî û rojeva kurdî çiqasî li hev dike?
Şanoya Kurmancî, di lîstikên xwe de “çi?”, “ji bo kê?” û “çawa?” derdixin?

cetoyezedo@hotmail.com

***

Nivîsên Çetoyê Zedo yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Zimanê Teatroya Kurdî (Kurmancî)
- Çend gotinên xwendevanê gewî

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Li Amedê skandal: Navê Hevşerader Dogan nenivîsandin

ad

Di yekemîn Roja Dayikan a Mulkiye de çalakiyek ji bo wê

ad

Navdarên xêrxwaz

ad

Lemanê rewşa girtiyên nexweş xist berga xwe

ad

Derhêner Yoksu dipirse: Kûsiyên Firatê û 50 hezar mirov dê li ku bijîn?

ad

Li ŞanoWanê meha reşemî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname