Diyarname
Serokwezîriya Tirkiyeyê ragihand ku Heyeta Rûsipiyan ku ji 63 kesî pêk tê hatiye sazkirin. Heyet li gor herêman hatiye sazkirin.
Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd çavdêriyê bikin heyeta ku navê "Akil Însanlar Heyetî" (Not: Bi kurdî em dikarin bibêjin "Heyeta Rûsipiyan") lê kirine hat avakirin. Ji bo 7 herêmên Tirkiyeyê heyet kom bi kom hatiye diyarkirin û her komek dê li herêmeke binêre. Her kom ji 9 kesan ku yek jê serokê komê ye pêk tê.
Meseleya heyetê hem ji aliyê Ocalan ve, hem jî ji aliyê Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan ve hatibû bilêvkirin. Hikumeta Tirkiyeyê dixwaze bi vê heyetê reaksiyonên ku li herêman derkevin jî bide rawestandin. Sînorê peywira heyetê çi ye hê tam nediyar e.
Li gor agahiyên ku ji Serokwezîriyê hatine pêşkêşkirin sibê (roja 4'ê avrêlê) saet 18.00'an de dê Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Dolmabahçeya Stenbolê bi heyetê re hevdîtinê pêk bîne. Piştî vê pevdîtinê dê rewş diyar bibe ku heyet wê tam çi karî bike.
Li gor 7 herêmên Tirkiyeyê, heyet herêm bi herêm ji van kesan pêk tê:
Herêma Akdenîzê:
Serok: Rifat Hisarciklioglu
Wekîlê Serok: Lale Mansur
Sekreter: Tarik Çelenk
Endam: Kadir İnanir, Nihal Bengisu Karaca, Şukru Karatepe, Muhsin Kizilkaya, Ozturk Turkdogan, Huseyin Yayman.
Herêma Rojhilata Anadoliyê:
Serok: Can Paker
Wekîlê Serok: Sibel Eraslan
Sekreter: Ayhan Ogan
Endam: Mahmut Arslan (HAK-İŞ), Abdurrahman Dilipak, İzzettin Dogan, Abdurrahman Kurt, Zubeyde Teker, Mehmet Uçum.
Herêma Ege:
Serok: Tarhan Erdem
Wekîlê Serok: Avni Ozgurel
Sekreter: Arzuhan Dogan Yalçindag
Endam: Erol Ekici (DÎSK), Hilal Kaplan, Fuat Keyman, Fehmi Koru, Baskin Oran, Hasan Karakaya.
Herêma Başûrêrojhilatê Anadoluyê:
Serok: Yilmaz Ensaroglu
Wekîlê Serok: Kezban Hatemi
Sekreter: Mehmet Emin Ekmen
Endam: Murat Belge, Fazil Husnu Erdem, Yilmaz Erdogan, Etyen Mahçupyan, Lami Ozgen (KESK), Ahmet Faruk Unsal (Mazlum-Der).
Herêma Anadoliya Navîn:
Serok: Ahmet Taşgetiren
Wekîlê Serok: Beril Dedeoglu
Sekreter: Cemal Uşşak
Endam: Vahap Coşkun, Dogu Ergil, Erol Goka, Mustafa Kumlu (Turk-İş), Fadime Ozkan, Celalettin Can
Herêma Marmara:
Serok: Deniz Ulke Aribogan
Wekîlê Serok: Mithat Sancar
Sekreter: Levent Korkut
Endam: Mustafa Armagan, Ali Bayramoglu, Ahmet Gundoğdu, Hayrettin Karaman, Hulya Koçyiğit, Yucel Sayman.
Herêma Karadeniz:
Serok: Yusuf Şevki Hakyemez
Wekîlê Serok: Vedat Bilgin
Sekreter: Fatma Benli
Endam: Şemsi Bayraktar (TZOB), Kurşat Bumin, Oral Çalışlar, Orhan Gencebay, Yildiray Ogur, Bendevi Palandoken (TESK).


