Diyarname
Li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî dawiya vê hefteyê du çalakî hebûn. Yek ji wan nîşandayîna belgefîlm û axaftin, ya din jî şêwra xwendinê bû.
Eleqeyek mezin ji bo 'REWŞEN'ê hebû
Koma Lêkolînê ya Sînemayê Kurd her hefte fîlmên bi kurdî li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî (ÎBV) li dar dixe û piştî nîşandayînê bi derhêner re gotûbêjê li dar dixe. Mêvanê vê hefteyê Cemil Oguz û belgefîlmê wî "Rewşen" bû. Çalakî êvara 26'ê mehê di bin moderatoriya Aziz Tekin de li dar ket. Di çalakiya ku eleqe pir bû û salon tije bû de Cemil Oguz li ser belgefîlmkariya xwe, rewşa belgefîlmkariya kurdî kir.
Oguz got ku her belgefîlm, fîlm çîrokek nîşan dide. Her çîrok bîra mirovan firehtir dike, loma jî heta hûn dikarin li fîlman, belgefîlman temaşe bikin û heta hûn dikarin çîrokan, çi çîrokên gelêrî yên kurdî, çi yên modern bixwînin.
Mêvanê 'Şêwra Xwendinê' Sîdar Jîr bû
Şêwira Xwendina Edebiyata Kurdî ku heta niha 44 berhemên wêjeya kurdî nirxandibû roja 28'ê mehê çîroknivîskar Sîdar Jîr û berhema wî "Dozdeh Çirk" kir mêvanên xwe.
Çîroknivîskar Sîdar Jîr di serî de behsa dîrok û rewşa çîroka kurdî kir û wiha dom kir: "Heta niha bê çend mînakan zimanê çîroka me agresîv bû, divê zimanê çîroka me henûn be. Divê em bi 'tofanê' dest bi çîrokên xwe nekin, ya girîng çîrokên beriya tofanê ne. Ku meriv bi şehadeta hevalê xwe dest pi çîroknivîsandinê wî/ê bike ziman bi qisûr dibe."
Jîr qala nivîsandina pêvajoya Dozgeh Çirkê kir, girîngiya '12'yê anî ziman û li ser navên karakterên xwe ku navên balkêş in jî diyar kir ku ew gelek serê xwe bi navan diêşîne û bi vî awayî navan lê dike.
Piştî pirsê beşdervanan û endamên Şêwira Xwendina Edebiyata Kurdî panel bi dawî bu.



