Diyarname
Di nîvfînalê de her du tîmên alman tîmên spanya û katalan têk birin û her du tîmên alman Dortmund û Munih derketin fînalê. Roja 25'ê gulanê saet 21.45'an de dê her du tîmên alman ji bo kûpayê bên hemberî hev.
Dortmundê Real têk bir
Di maça yekem a di navbera Borussia Dortmund û Real Madridê de de Dortmundê li mala xwe bi 4-1 Real têk biribû û bi vê avantajê hat Spanyayê. Di maça duyem de Real Madridê bi 2-0 reqîbê xwe têk bir lê her du gol têra wê nekir.
Munihê Barça têk bir
Di maça din a nîvfînalê de Mayern Munih û Barselona hatibûn hemberî hev li Almanyayê. Maça li Almanyayê bi 4-0 bi serketina Munih bi dawî bûbû û ji bo Barselonayê 5 gol lazim bûm. Lê Barselona li mala xwe jî têk çû: 0-3.
Di maça ku êvarê hat lîstin de Arjen Robben di deqîqeya 49'an tîma xwe bi 1-0 derxist pêş. Dûre di deqîqeya 72'yan de lîstikvanê Barçayê Gerard Pique bi şaşî gol avêt keleha xwe û Bayer Munih bi 2-0 derket pêş. Di deqîqeya 76'an de Thomas Muller gotina awî got: 3-0.
Bi vê encamê hem Barselonaya ku di dîroka xwe de têkçûneke wisa nedîtiye dît, hem jî xatir ji kûpayê xwest.
Di encamê de tîman Katalan jî têk çû û her du tîmên alman derketin fînalê.


