SILÊMANÎ
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, bi armanca selametî û şîfaxwestina ji bo Serokomarê Iraqê Celal Talabanî çû serdana mala wî û bi hevsera wî Hêro Xan.
Baydemîr, li gel Şêwirmenda Şaredariyê Zozan Yuksel û nûnerên BDP'ê yên Hewlêrê Mihemed Elî Aydin û Şîlan Emînoglû, ji bo selametî û şîfayê ji bo Serokomarê Iraqê Celal Talabanî bixwaze, roja 27'ê gulanê çû serdana mala Hêro Xan.
Baydemîr li vê derê got ku piştî çar salan careke din ew ji ber hatina başûrê Kurdistanê kêfxweş e û got: "Min soz dabû, ger qedexeya derketina min a derveyî welat rabe, ezê biçim serdana başûrê Kurdistanê Hewlêr, Silêmanî û Mexmûrê."
Şaredar Baydemîr diyar kir ku ew kêfxweş e ku tenduristiya Serokomarê Iraqê Celal Talabanî ber bi başiyê ve diçe û wiha dom kir: "Ji dil û can em hêvî dikin ku mam Celal di demek kin de tenduristiya wî baştir bibe û vegere Kurdistanê ser kar û barê xwe."
Hevsera Talabanî Hêro Xan jî malaviya şandeya BDP'ê ya ji ber serdana wan kir û got, "Em piştgiriyê didin pêvajoya çareserî û aştiyê ya dest pê kiriye û hêvî dikin ku pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane çareser bibe. Divê her alî xwe ji vê pêvajoyê berpirsyar bibînin û barê dikevin ser milê xwe bicih bînin."


