logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Siyasetmedar Mehdî Zana mir
  2. Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin
  3. Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e
  4. Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya
  5. Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket
news-details

Barzanî û Karayilan li hev civiyan

Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrad Karayilan û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li hev civiyan.

  • Dîrok: 01/06/2013
  • Beş: Nûçe

Hewlêr
Berpirsê Peywendiyên derve yê PKKê Ehmed Denîz ji Rûdawê re ragihand ku serokê Konseya Rêveber a KCKê Mûrad Karayilan û serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî berî mehekê ligel hev civiyane. Denîz diyar kir ku Yekîtiya Ewrûpa heye, çima yekîtiya kurdan çênebe.

Ehmed Denîz di peywendiyekî telefonî de li ser hevdîtina navbera Barzanî û Karayilan de ji Rûdawê re ragihand:  “Em peywendiyên navbera kurdan de pir giring û normal dibînin. Êdî divê ev hevdîtin xurtir bibin. Me wekî tevger di demên borî de ligel piraniya partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê hevdîtin çêkir.”

Denîz behsa naveroka hevdîtinan kir û wiha pêdeçû: “Di hevdîtinan de me li ser pêvajoya ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, pêşketinên rûdidin, peywendiyên navbera kurdan û em dikarin çawa wan peywendiyan xurt bikin guftûgo kirin. Divê kurd çawa nêzî vê pêvavoyê bibin. Herwiha pêvajoya niha li bakûrê Kurdistanê hatî destpêkirin mijarekî din a hevdîtinan bû.”


Me di hevdîtinan de fikrên xwe anîn ziman

Ehmed Denîz behsa hevdîtina navbera Karayilan û Barzanî kir û wiha got: “Di hevdîtinê de pêşketinên bi giştî li herêmê û parçeyên Kurdistanê çêdibin, ligel hemû tevgeran hatin guftûgokirin. Me di hevdîtinan de fikrên xwe anîn ziman û wan jî fikrên xwe vegotin. Ev mijar ligel serokê Herêma Kurdistanê Kek Mesûd jî hat guftûgokirin.”
 
Berpirsê Peywendiyên derve yê PKKê Ehmed Denîz cih û dema hevdîtina Barzanî û Karayilan eşkere nekir.
 

Mijara konferansa neteweyî hat guftûgokirin
 
Denîz diyar kir ku di hevdîtina Barzanî û Karayilan de mijara konferansa neteweyî jî hatiye guftûgokirin û wiha got: “Di hevdîtina ligel Barzanî de li ser konferansa neteweyî jî hevdîtin hatin kirin. Herdu alî germ nêzî konferansê bûn. Wekî KCK, ev demek dirêje ji bo konferansek neteweyî yan jî platformekî neteweyî hevdîtinên me çêbûn. Me fikir û dîtinên xwe ji wan re vegot û yên wan wergirtin.”

Denîz derbarê vê mijarê de wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Me di hevdîtinan de li ser giringiya lidarxistina konferansê axivî. Em wekî gelê kurd çawa dikarin di vê pêvajoyê de berjewendiyên gelê xwe biparêzin, yekîtiya xwe pêşbêxin û helwestekî neteweyî pêşbixînin.  Bi giştî hemû partiyên kurdî erênî temaşeyî vê yekê dikin. Hemû aliyan ragihand ku dema konferansê hatiye û em tevlî dibin. Niha xebatên me berdewam in. Bi hêviya di demê pêş de emê bi xebata hemû aliyan encamekî baş ji bo gel û neteweya xwe bidestbixin.”
 
Hikûmeta Herêma Kurdistan û hemû partiyên başûr piştgirî dabûn vê pêvajoyê
 
Berpirsê Peywendiyên derve yê PKKê Ehmed Denîz li ser helwesta Herêma Kurdistanê ya li hemberî vekişîna gêrîllayên PKKê jî wiha got: “Vekişîn berdewam e û ger çi astengî çênebin, wê berdewam bike. Di civîna berî du mehan de jî daxwaz hatibû kirin ku hikûmeta Herêma Kurdistan û Bexdayê jî bi awayekî erênî nêzî vekişîna gêrîllayan bibin. Ji xwe hikûmeta Herêma Kurdistan û hemû partiyên başûr piştgirî dabûn vê pêvajoyê. Gotin tişta bikeve ser milê me, emê pêk bînin.”

Em wek KCK nûnertiya xeta sêyemîn dikin

Denîz li ser daxuyaniya hikûmeta Iraqê ya li hemberî vekişîna gêrîllayan jî wiha got: “Ev pêvajo ne li dijî ti kesî ye. Ev vekişîn ne li dijî ti hêzekê ye. Parçeyek ji pêvajoya li bakûrê Kurdistanê ye. Di siyaseta me ya giştî ya KCKê ya beramberî herêmê de ti guhertin çênebûne, em nabin aliyê ti aliyekî din. Em wek KCK nûnertiya xeta sêyemîn dikin. Çareserî di xeta sêyemîn de ye û nabê êdî xwîn birije. Mirov dikare hemû pirsgirêkan bi mûzakere û diyalogan çareser bike.

Li ser pirsa wê serdanên we yên bi vî awayî berdewam bikin, Ehmed Denîz wiha got: “Dema serokê Rûsya û Amerîka digihin hev tiştekî normal tê dîtin, lê dema du serokên kurdan digihin hev pir ecêb tê dîtin û tû dibêjî qey dinya xirab dibe. Ji berî her tiştî ev ji bo me kurdan şerme, divê em vê derbas bikin û pêvajoyekî nû heye. Kurdistan jî di pêşketinên li navçeyê rûdidin de faktorekî serekî ye.”

Yekîtiya Ewrûpa heye, çima yekîtiya kurdan çênebe
 
Berpirsê Peywendiyên derve yê PKKê Ehmed Denîz wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo çareseriya pirsa kurd, bakûrê Kurdistanê xala serekî ye. Ji ber parçeya herî mezine û dagirkireriya herî mezin li wê ye. Ji bo vê divê peywediyên navbera kurdan de zêdetir û zelaltir dibin. Yekîtiya Ewrûpa, Yekîya Efrîqa, Yekîtiya Ereban û her cihê heye, çima yekîtiya kurdan çênebin. Çima êdî kurdî bi eşkere û vekirî ligel hev nerûnin. Wê di dema pêş de ev hevdîtin berdewam bikin.”

Ji Rûdawê hatiye girtin


 

Parve Bike

Youtube Me

Pirtûka helbestan a bi navê “Serêkaniyê” ku ji aliyê Dîlan Şewqî ve hatiye nivîsandin,

news

Siyasetmedar Mehdi Zana ku ev çend roj bûn nexweş bû û li rexweşxaneyê bû îro mir.

news

E-Pirtûka “Gotinên Derûnkolerî” derket û jibo daxistinê linka jêr bitikîne

news

Romanek û çîrokek, du klasîkên din ji bo kurdî hatin wergerandin #audiobook

news

'Dilop'ek nû derket #diyarname

news

'Azadî: Bîranîn 1954-2021'#Angela Merkel bi navê "Freiheit. Erinnerungen# #diyarname #audiobook

news

Li Geverê bi deh hezaran kes hatin ba hev #podcast #diyarname #deng #live

news

Navçeyek, mîhrîcanek û fûareke pirtûkan ,diyarname podcast festival #diyarname #podcast

news

Efsaneyên Dêrika Çiyayê Mazî: Birca Pîro, Çil xortên bi gulî

news

Kerem bikerê; Bê pere ro fîlman temaşe bikerê #diyarname #deng #podcast

news

Pirtûkek çîrokan 'Kujer Kî ye?' derket #diyarname #podcast #deng

news

Yek helbest, yek destan du pirtûkên nû derketin #diyarname #deng #podcast

news

Salih Amêdî

news

Ji min nayê

news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

news

Stranbêj Salih Amêdî mir #diyarname #podcast #deng

news

Wesiyet e!

news

diyarname podcast festival3 6

news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

news

NOFA / Eylul Nazlier

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 30 08 2026

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

news
  • 30 08 2026

Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket

news
  • 29 08 2026

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

news
  • 28 08 2026

PKK'ê cara yekê eşkere kir; Heta niha çend winda dane?

news
  • 28 08 2026

Pirtûka ku hê nehatiye çapkirin hat qedexekirin!

news
  • 28 08 2026

PYD: Divê destûra nû ya Sûriyeyê bi zelalî kurdan wekî neteweyek yekgirtî nas bike

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

HRRK'ê karbeşiya xwe pêk anî û dê çalakiyan li dar bixe

ad

Wezîrê Karên Hundir Atalay çû Culemêrgê

ad

Hunermend Aram Serhad hat tewqîfkirin

ad

Piştî şerê Qerebaxê guhertina jeopolîtîka herêmî

ad

Îran nahêle derhêner Resûlof here Cannesê

ad

Du hunermendên kurd li benda hezkiriyên xwe ne

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

  • 29 08 2026
news

Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin

  • 29 08 2026
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

  • 30 08 2026
news

Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya

  • 29 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname