Diyarname
Di van rojên dawî de ji bo Parka Gezî ya Taksîma Stenbolê çalakiya "Rawestina li ser piyan" li dar dikeve. Ji ber ku zilamekî 6 saetan li ser piyan mabû û bi vî awayî ev çalakî dabû destpêkirin, bi tirkî navê "Duran Adam" lêkiribûn. Ev çalakî niha li gelek bajaran li dar e. Duh li Meclisa Tirkiyeyê mebûsên BDP'ê jî ev çalakî li dar xisitn.
Wekîla Serokê Koma BDP'ê Pervir Buldan li ser bûyerên "Parka Gezi"yê mafê gotinê girt û got ku ewê 5 deqîqeyan li ser piyan bisekinin û çalakiya "Rawestina li ser piyan" li dar bixin. Mebûsên BDP'ê li meclisê bi vê tevgera xwe piştgirî da çalakiyên li kuçeyan niha li dar in. Lê ji bilî BDP'yiyan ji mebûsên din kes beşdarî çalakiyê nebû.


