Diyarname
Demek berê hin malperên kurdan nûçe weşandibûn ku Ocalan ji bo Barzanî nameyeke şandiye û jê hin tişt xwestine. Ev nûçe di çapemeniya Tirkiyeyê de jî cih girt. Me nûçeyeke bi sernavê "Gelo Ocalan ji bo Barzanî name şand?"* çêkiribû. Îro di ANF'ê de hevpeyvîneke ku bi Muran Karayilan re hatiye kirin hate weşandin.
Karayilan li ser pirsa li ser nameya ku Ocalan ji bo Barzanî name şandiye wisa dibêje: "Di hin malper û tv'yan de nûçe derketin ku rêber Abdullah Ocalan ji bo birêz Mesûd Barzanî nameyeke şandiye, hin gotinên di nameyê de weşandin. Li gor ev nûçeyên ku hatine çêkirin nameyeke wisa tune ye. Yanê ev nûçe ne rast e. Ji bo kî ev nûçeyên asparagas hatine çêkirin em nizanin. Lê bi naverokeke wisa tu name tuneye. Rêberê me demeke berê bi heyeta BDP'ê ku çûbû hevdîtinê di nameyekê de silav ji bo birêz Mesûd Barzanî, birêz Noşirvan Mistefa, birêz Mam Celal re silav şandibû û ji bo Mam Celal hêviya tenduristiyê kiribû. Ev peyama ku çû li ser navê min hat şandin. Yanê peyama silav û serketinan, daxwaza ji bo yekîtiya neteweyî-demokratîk ku bi giştî 2-3 hevok bûn ku min nivîsandin û şandin. Lê nameyeke ku wekî di wan nûçeyan de hatiye nivîsîn nehatiye şandin."
Wekî notek: Diyar e ku malper û kanalên kurdan jî dema nûçeyeke binivîsin an ji ciheke bigirin divê bifikirin ku çiqas rast e... Yan na, wekî pêşiyan gotiye "dûvikê derewan kurt e"


