logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Egîtîm-Sen û xala perwerdehiya bi zimanê dayikê-2

Wekî ku tê zanîn di navbera rojên 9-11’ê gulanê de Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî, Zanist û Çandê lijneya xwe saz kir.

  • Dîrok: 22/06/2008
  • Beş: Serbest

 

Gernas Roderîn

Wekî ku tê zanîn di navbera rojên 9-11’ê gulanê de Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî, Zanist û Çandê (Egitim-Sen) li Navenda Kongreya Anadoluyê Lijneya Giştî ya Asayî ya 3'yemîn ligel nîqaşên germ pêk anî.
Ji ber ku li Tirkiyeyê ji aliyên sîyasî, civakî û heya astekê jî leşkerî ve pêvajoyeke gelekî germ heye, dost û neyaran bi awayekî ji nêz ve lijneyê şopandin. Lewra Egîtîm-Sen li vî welatî di nava saziyên sîvîl û sendîkayan de di biwarên wekî mafên kedkar, jar, jin, zarok, bindest, 'turban’, pirsgirêka kurd, destwerdana Amerîkayê ya li Iraqê û hwd. de ligel ku mirov carna awa û feraseta tekoşîna wê pesend neke jî mirov dîsa jî dikare bibîne ku hêzeke ji yên sereke û bandorker e. Vê tekoşîna xwe jî ne ji niha de lê vaye nêzî 60 salan e li gorî hêz, rêje û pêşaneyên komikên di nava xwe de- ku ew jî bi partiyan ve girêdayî ne- meşand/dimeşîne.
Belê bêguman ev lijne bi qasî ku bi pêşniyar û nirxandinên xwe deriyên xêrê li ber pirsgirêkên ku bûne gilokên xirboqî vedike, ew qasî jî nesîbê xwe ji galegal, paşgotin û xwerakişandinên van komikan jî distîne. Jixwe di vê nivîsarê de ew gotinên bi xirecir hilnayên û ne hewce ne jî. Lijne, serok û lijneya rêvebiriyê ku ji 7 kesan pêk tê; guherand. Wekî xalbalkêşî jî temsîla jinê ya di nava rêvebiriyê de ku berê hejmar yek bû, niha tevlî seroka nû derket sisêyan. Ev jî yek ji wan guherînên ku mirov pê kêfxweş dibe ye. Xwezî di nava her sazî û sendîkayên ku xwe dijber dibînin de ev rêjeya xweşbîn ya jinê hebûna. Lê li aliyê din di serî de çavên jin û dayikên kurd, paşê jî yên hemû kurdîparêzan lê hêviyê bû ku dê xala ziman bê rojevê û di rêziknameyê de bê pejirandin. Lê wisa nebû û dîsa ji bo heyameke meçhûl hat paşxistin ango avêtin pişta Çiyayê Qehf. 
Min di nivîsara berê de hêvî û daxwaza ku dê ‘xala perwerdehiya bi zimanê dayikê’ wekî biryar ji nû ve cihê xwe yê rûmetdar di nava rêziknameyê de bigire, kiribû. Lê pir mixabin di nava 524 delegeyan de ji bilî çend delegeyan pêve li vê xalê xwedî derneketin û kurdiya reben li wê salona xopan nabêjim ku bê xwedî lê kêm xwedî ma. Çiqas cihê daxê ye ku di nava ew qas delegeyan de –bersiva birêz serokê berê jî di nav de- hejmara kesên ku li ser vê xalê axivîne, tiliyên destekî derbas nekirine. Bi rastî jî bêyî bilêvkirina navên wan birêzan/wêrekan ku girîngî dane xala ziman û wekî mafekî jêneger parastine, mirov nikare derbas bibe. Belê birûmetno, gelekî spasî we dikim birêz Mehmet Guven-delegeyê şaxê çaremîn yê Enqereyê- û birêz Akman Şîmşek-delegeyê Antalyayê- ku di nava axaftinên xwe de wekî hevokekê be jî we anî ser ziman û we serokê berê birêz Alaattîn Dînçer jî bi rexnekirinê re neçarî bersivdanê kiriye ku gotiye ‘An me dê rêxistin bida girtin an jî me dê ev xal demekê bipaşxistana’ û hew. Heyf û mixabin feraseta bi vî rengî belkî ‘ziman kin o, emir dirêj o’ dike lê bi xwe re jî li pêşiya vê rêxistinê tenê asoyek teng û bi xumam radixe. Mînak; Egîtîm-Senê ji endamên xwe hejmarek cidî -ku piraniya wan jî mamosteyên kurd bûn- winda kir di van 2-3 salan de û di encama wê de jî rayeya ‘hevdîtinên tomerî’ (toplu goruşme) ku her sal di meha gelawêjê de li ser navê kedkarên perwerdehiyê ku bi hikumetê re dikir, winda kir. Bi vê windakirina mezin re jî raye ket destê sendîkaya şovenîst ‘Turk Egîtîm-Sen’a ku kiryar û ramanên wan li ba her kesî nas in. Egîtîm-Sen niha ji hemû aliyên tekoşînê ve ji hêza xwe ya berê hinekî bi dûr ketiye û heke wisa bidome têkçûna wê ya bi temamî jî dê jêneger be. Lewra di daneyên wezareta perwerdehiyê ku îsal weşandine de, li gorî 2-3 sal berê rewşa hejmara endamên Egîtîm-Senê - ku hingê di nava 3 sendîkayên herî xurt de di rêza yekemîn de bû- li hemberî yên din kambax e. Mixabin niha di rêza sêyemîn de ye. Bêguman di nava sedemên vê windakirina mezin de divê mirov qala hinek endamên ku bi hincet û metirsiyên berjewendiyên kesanî re ji Egîtîm-Senê îstîfa kirin û derbasî sendîkayên din bûn ku bibin ‘kewên lemekî’ û têr ji lemê binikilînin.
Ez bixwe piştî vê lijneyê wekî gelek xemxurên kurdî di bi warê xala navborî de ketim tatêla ji nû ve-nêzîktêdayina birêz serok Zubeyde Kiliç û rêvebiriya nû. Ya soxî, cenabê serok û endamên Lijneya Rêvebiriya Navendê (MYK) ya Heyama 7'emîn bêdengiya ku ev demeke dirêj e ciriyabû; di 16’ê gulanê de cara yekemîn bi Daxuyaniyeke Çapemeniyê xera kirin. Di nava 2 rûpelên daxuyaniyê de piştî ku têra xwe li ser pirsgirêkên şerq û xerqê serê xwe gelekî êşandine; li ser xala ziman jî li nêzî dawiya rûpelan hew bi hevoka ‘Ligel van, rêgeza perwerdehiya bi zimanê dayikê ku Egîtîm-Senê anîbû ber şêmûga girtinê dê tim ji bo me rêgezeke rênîşandêr be’ hatiye bihurandin. Dîsa hinekî min xwe ragirt û hêviya xwe ya ku ber bi nemanê ve diçe, parast. Me bi peroşekê dît ku di 6’ê pûşperê de Civîna 1'emîn Lijneya Serokan ya Heyama 7'emîn li dar ketiye û dîsa xumînek ku erş û ezmanan diqelişîne, berz bûye. Bi qasî ku me ji ragihandina Egîtîm-Senê û gupiskiya xwe fêm kiriye di Axaftina Vekirinê Ya Birêz Serok Zubeyde Kiliç de ku bi kêmanî 2-3 rûpel in; dîsa ji aş û qerwaş tê qalkirin lê ji binî ve qala xala ‘bivikê’ -biborin lê ezê êdî wisa binivîsim- nabe.
Berî ku têkevim beşa encamê ya vê nivîsara ku hinekî dirêj bû, lêborînê ji we dixwazim ku mixabin min li ser nêzîktêdayîna Egîtîm-Senê ya li hemberî xala ‘bivikê’ tiştekî xweşbîn-ji bo ku tune ye- nedît û nenivîsî. Îcar serê we bêhtir naêşînim û tewerê qala daxuyaniya dîsa ya seroka birêz ya roja 13’ê pûşperê ku bi boneya girtina dibistanan hat belavkirin nakim -ew jî nêzî 12 rûpelî ye- û jixwe qet û qet qala 3'emîn Rapora Xebatê Ya Lijneya Giştiya Asayî Ya KESK’ê (Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperî) ku di 17’ê pûşperê de hat weşandin-hema hema maşela bi qasî ji çaran sê payên cildekî Das Kapîtalê ye 430 rûpel e- nakim heyran, nakim. 'Xwedê çêke, Xwedê şifa xêrê bide, ma em çi bêjin?’


gernas_roderin@hotmail.com

***

Nivîsa Gernas Roderîn a berê:

- Egîtîm-Sen û xala perwerdehiya bi zimanê dayikê

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

5 mîlyar heb telefon diçin ser sergoyê

ad

Di Roja Ziman de 'Wêjeya Klasîk a Kurdî' hat nîqaşkirin

ad

Ji Enstîtuya Kurdî ji bo zarokan 3 pirtûkên nû

ad

Dînîtî hêjatî ye

ad

Amedspor bi 8 golan vegeriya mala xwe

ad

Lehiyê zirakek mezin da pirtûkxaneyê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname