KOBANÊ
Yek ji pirsgirên bajarê Kobanê kêmbûna parkan e û herêmên daristanan e. Tevî ku li bajêr çend park hene jî lê rayedarên rejima Baas guh nedidan wan parkan, her wiha darên ku li derdora bajêr jî hatibûn çandin hatin paşguh kirin.
Welatiyên Kobanê ji bo bêhnvedanê berê xwe didin herêma Reqa yan herêmên sînor û gelek caran ji ber teqîna mayînan bûyerên bi êş qewimîne.
Piştî şoreşa 19'ê tîrmehê rewş hate guhertin; komîteyên xizmetê û erkdarên şaredariyê ji nû ve parkên bajêr paqij kirin û ji bo welatiyan vekirin.
Endamê Komîta Xizmetê Elî Ehmed diyar kir ku wan ji bo çandina parkan û paqijkirina wan aboriyeke taybet veqetandine, her wiha di nava hewildanan de ne ku ji bo welatiyan du parkên nû vekin.


