Çağdaş Ertuna*
Li Îngilistanê pirtûkek ji aliyê rexnegiran ve gelek hat ecibandin lê di sê mehan de tenê 449 heb jê hatin firotin. Baş e, dema hat fêmkirin ku nivîskarê wê JK Rowling e çi guherî?
Li Îngilistanê di meha avrêlê de romaneke hat weşandin. Navê wê "The Cuckoo’s Calling". Xwekuştina çîroka dedektîfekî, supermodelekî digire bin lêpirsînê. Navê nivîskarê pirtûkê Robert Galbraith e. Digel ku yekemîn pirtûka Galbraith e rexnegiran tam not da pirtûk. Zimanê pirtûk gelek serketî hat dîtin. Bi "Sofîstîke"bûnê pirtûk ji bo xwendevanan hat pêşniyarkirin. Lê di sê mehên pêşî de çend heb jê hatin firotin? Tenê 449 heb.
Bi ser re dem derbas bû, agahiyeke veşarî ji rojnamegerek re hat şandin ku nivîskar Robert Galbraiht navê pênase yê nivîskara "Harry Potter" JK Rowling e. Çi bû, tam di vê demê de qewimî. Pêşî li ser lêkolîn hate kirin ku ev îdîa vegotineke şaşwazkirinê ye yan bi rastî jî ev pirtûk ji aliyê JK Rowling a ku li dinyayê pirtûkên wê herî zêde têne firotin ve hatiye nivîsîn. Di dawiyê de JK Rowling îtîraf kir û got: "Min dixwest ez demeke dirêj vê razê bi xwe re veşêrim. Bi navê Galbraiht nivîsandin ez rehet bûm, ez azad bûm."
Firotin ji nişke ve sedî 150 hezar zêde bû
JK Rowling jinek bû ku bi alîkariya dewletê bi zorê debara xwe dikir, bi saya "Harry Potter" di nav 5 salan de bû 12'emîn jina herî dewlemend a Îngilistanê. Li gor 'Sunday Times'ê 798 mîlyon dolar serwetê wê heye. Li gor 'Forbes'ê di sala 2007'an de bû 48'emîn jina herî bihêz a dinyayê. Pirtûkên wê li 65 zimanan hatin wergerandin. Markeya 'Harry Potter' ligel fîlman gihîşt bi buhaya 15 mîlyar dolarî.
Pirtûka ku di sê mehan de 449 heb firotibû, bi hatina fêmkirinê ku nivîskara "Harry Potter" ew nivîsandiye tenê di 'Amazon'ê de firotina wê sedî 150 hezar zêde bû. Li pirtûkfiroşan êdî pirtûk nedihat peydakirin. Di cih de ket nav rêza "Sold out"a. Em bibîr bixin, JK Rowling piştî 'Harry Potter'an ku 400 mîlyon heb jê hatin firotin "The Casual Vacancy" nivîsand lê qet nehat ecibandin, ji aliyê rexnegiran ve bi bêrehmî hat rexnekirin lê bi mîlyonan heb firot. Romana yekemîn a nivîskarekî ku qet navê wî nehatiye bihîstin, çiqas rexneyên erênî dîtibin jî nehat firotin.
Yên pir tên firotin gelo zêdetir têne reşnekirin?
Ger rexnegiran bizaniba JK Rowling ev pirtûk nivîsandiye dê ew qas bi erênî rexne bikira? Yan ji ber ku nivîskareke gelek difroşeye dê JK Rowling li bin erdê bixista? Ka em ji bo xwendevanan çi bibêjin? Diyar e ku gotinên rexnegiran ne di xema wan de ne. Ji dêvla ku pirtûkek hatiye pêşniyarkirin bixwînin, diyar e ku tenê bawerî bi navê nivîskarê/a ku pir difroşe tînin û wisa distînin. Di zimanê îngilîzî de gotinek heye, "Don't judge a book bay it's cover/Pirtûkekê bi berga wê nenirxîne". Diyar e ku di nav me hemûyan de heye.
Gelek caran ji derve çawa dixuye ji naverokê girîngtir e.
Fikra nivîskarê mêr afirand
JK Rowling di vê mijarê de ji serî de xesas e. Sedema bikaranîna kurteya JK jî ev e. 'J' ji navê wê yê rastîn ji Joanne tê. 'K' jî ji navê pîra wê Kathleenê tê. Dema yekemîn pirtûka Harry Potter derket fikirîne ku dê kurik pirtûkên nivîskareke jin nexwînin. Her wiha li gor JK Rowling pirtûkên nivîskarên mêr zêdetir têne xwendin loma nexwestiye navê wê wekî jin bixuye. Vaye ji ber vê yekê, xwestiye navê xwe yê pênas ê duyemîn jî wekî navê mêrekî tercih bike. Bêsebeb JK Rowling nabêje "Bêyî ji navê xwe ez li benda firotinekê bim, zewqê dide min." Niha duyemîn pirtûka vê rêzeya nû difikire ku di havîna bê de biweşîne.
Piştî vê, her pirtûkek ku neyê firotin wekî ê nivîskarek navdar lê bi navê pênase hatiye nivîsîn bê eşkerekirin û di cih de bi mîlyonan hebî bifroşe qet şaş nebin.
16.07.2013, Milliyet
Wergera ji bo kurdî: Cemil Oguz
**
Têbiniya Diyarnameyê: Ger mînakên wisa li nav kurdan hebin, yan jî li ser 'nav pirtûkê difroşe, yan naverok' gotina we hebe, wekî gotar rêz bikin û ji me re bişînin. Emê bi kêfxweşî biweşînin.


