Diyarname
UNICEF'ê diyar kir ku li dinyayê bûyera revandina zarokan û şîdeta li hemberî wan zêde dibe.
Fona Alîkariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku li dinyayê, bi taybetî jî li cihên ku pevçûn lê hene bûyerên revandina zarokan, şîdeta li hemberî wan zêde dibe û xwest ku hukumet pêşî li bûyerên bi vî rengî bigirin. Rêxistinê li ser vê yekê ji Iraq, Haiti û Kongoyê mînak nîşan dan.
UNICEF'ê got rêxistinên çekdar û rêxistinên ku sûcê dikin bi taybetî li cihên ku pevçûn lê vê yekê dikin û sûcdar jî nayên cezakirin.
Rêxistinê diyar kir ku di 6 mehên pêşîn ên 2008'an de li Haitî bi ser 50'î re zarok hatine revandin, li ser hin bûyerên tecavuzî û îşkenceyî rapor hatine amadekirin, hin zarokên ku hatine revandin jî hatine kuştin.
Gelê herêmê diyar dike ku ticar zarokan direvînin, lê heta niha ji wan yek nehatiye cezakirin.
Li Komara Afrîkaya Navîn ji ber bê îstîkrariya pevçûnê zarokên çekdar ji bo fîdyeyê zarokan direvînin.
Li Kongoyê jî bi hezaran zarok têne revandin, ew yan wekî çekdar an jî wekî koleyên seksê têne bikar anîn.
UNICEF'ê ragihand ku li Iraqê jî komên mîlîtan zarokan wekî leşker bikar tînin, bi taybetî jî li hemberî zarokên keç sûcên cinsî zêde dibin.
UNICEF'ê ragihand ku ev tenê çend mînak in û ji hukumetan xwest ku li hemberî bûyerên bi vî rengî bikevin nav tevgerê.


