ÊLIH / MÊRDÎN
Piştî alîkariya ji 40 kamyonan a ji bo rojavayê Kurdistanê, êlihiyan jî bi 5 kamyonan alîkariya xwarin û pêdiviyên rojane yên jiyanê kom kirin, şandin Mêrdînê.
40 kamyon alîkariya xwarin û pêdiviyên rojname ku ji bo gelê Rojava hatibûn komkirin anîn Bajaroka Dirbêsiya yê navçeya Qoserê ya Mêrdîn. Endamên BDP'ê, Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan û nûnerên saziyên sivîl ên civakî hatin cem kamyonan û kamyonên alîkariyê teslîmî rayedarên AFAD û Heyva Sor a Kurd kirin. Alikariya ku ji bajar û navçeyên Şirnex, Cizîr, Pirsûs, Nisêbîn, Şemrex, Qoser, Colemêrg, Gever, Îskenderun, Wan, Sêrt, Semsûr, Stenbol, Amed, Almanya û Federasyona Sûryaniyan hatibû komkirin serê sibê şandin Rojava.
JI ÊLIHÊ 5 KAMYON ALÎKARÎ
Her wiha li Êlihê jî di pêşengiya BDP'ê û DOKH'ê de ji bo piştevahiya gelê Rojava 5 kamyon zexîre û erzaqên ku hatin komkirin şandin Sînorê Dirbêsiyê yê navçeya Qoserê ya Mêrdînê.


