Diyarname
Li Bêgir, Westan, Bazîd û Melezgirê ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî bê kirin û sirûda "Andimiz (Sonda me)" bê rakirin daxwazname hatin dayîn.
BÊGIR
Li navçeya Bêgira Wanê di bin pêşengiya Rêxistina Navçeyê ya BDP'ê de bi sedan hemwelatî ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî bê xwestin û sirûda "Andimiz" bê rakirin ji ber avahiya navçeyê heta Midûriyeta Perwerdeyê ya Millî meşiyan. Girseya ku bi diruşmayên "Bê ziman jiyan nabe", "Zimanê me rûmeta me ye" bilind kirin hatin Midûriyeta Perwerdeyê ya Millî ya Bêgir a li Taxa Yenî Şehîr. Serokê BDP'ya Bêgirê A. Vahap Arslan li ser navê girseyê daxuyanî da got ku bandora civakî û derûnî ya perwerdeya bi zimanê zikmakî ya li ser şexs bi awayekî zanistî hatiye îspatkirin û di roja me de ev rewş ji bo kurdan mexdûriyeteke cidî çêkiriye. Ji ber van sedeman em dixwazin sirûda "Andimiz" a her sibe li dibistanan bi zarokan didin xwendin bê rakirin û em wekî mafekî destûra bingehîn perwerdeya bi zimanê zikmakî ya bi kurdî dixwazin."
Piştî daxuyaniyê 200 daxwaznameyên ku hatin komkirin ji aliyê 3 kesan ve hat xwestin ku teslîmî rayedarên Midûriyeta Perwerdeyê ya Millî ya Bêgir bê kirin, lê midûriyetê daxwazname qebûl nekirin. Li ser vê yekê daxwazname teslîmî Qeymeqamiya Navçeyê ya Bêgir hatin kirin.
WESTAN
Li navçeya Westana Wanê jî ji bo heman armancî Rêxistina BDP'yê ya Westanê heta ber Midûriyeta Perwerdeyê ya Millî ya Westanê meşiyan. Girseyê diruşmayên "Bê ziman jiyan nabe", "Bijî berxwedana YPG" ku berzkirin dovizên, "Zimanê me hebûna me ye", "Bê ziman jiyan bê Serok aştî nabe", "Azadiya Rojava azadiya Kurdistanê ye" û "Her zimanek ayeteke Xwedê ye" hatin hilgirtin.
Hevseroka BDP'ya Westanê Gonul Denîz got ku polîtîkaya înkarê ya Tirkiyeyê ya li hemberî kurdan, Tirkiye ne tenê di hundir de di huqûqa navneteweyî de jî kiriye rewşeke berevajî û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Divê êdî Tirkiye dest ji pergala ku xwe dispêre dewleta yeknetewe berde. Li gorî rastiya erdnîgariya Tirkiyeyê li ser esasê hemwelatiyan destûra bingehîn pergaleke civakî ya pirçandî ava bike."
BAZÎD
Li navçeya Bazida Agirî jî, di bin pêşengiya BDP'ya Bazîdê de ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê û rakirina sirûda "Andimiz" daxwaznameyên ku hatibûn komkirin teslîmî Midûriyeta Perwerdeyê ya Millî ya Bazidê kirin. BDP'yî û hemwelatiyan, têkildarî daxwaznameyên xwe li avahiya rêxistinê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de li ser navê girseyê Hevserokê BDP'ya Bazîdê Cemîl Rizaogullar axivî. Rizaogullar destnîşan kir ku yek ji armancên têkoşîna wan "Perwerdeya bi zimanê dayikê" ye û wiha berdewam kir: "Gotina Serokwezîr a 'Perwerdeya bi zimanê dayikê di rojeva me de nîn e' nêzîkatiya li hemberî pêvajoyê nîşan dide. Eger tê xwestin ku li vî welatî li ser esasê aştî û biratiyê bi awayekî wekhev mirov bijîn divê zimanê kurdî di bin ewlehiya Zagona Bingehîn de be, li tevayî dibistanan perwerdehî bê dayîn. Her wiha sirûda nijadperest a "Andimiz" jî bê rakirin. Saeteke dersa kurdî nayê qebûlkirin û em daxwaz dikin ku ji dibistana seretayî heta zanîngehê perwerdeya kurdî bê dayîn."
Piştî civînê daxwazname ji aliyê heyeta ku hat avakirin teslîmî Midûriyeta Perwerdeyê ya Millî ya Navçeyê hatin kirin.
Melezgir
Rêxistina BDP'ya Melezgirê jî ji bo heman armancê daxuyaniyeke da çapemeniyê. Serokê BDP'ê yê Melezgirê Mesut Kayretli, Şaredarê Melezgirê M. Nuri Balci, Yaredarê Konakkuranê Kemal Çetin, endamên Meclisa Bajêr û yên Meclisa Şaredariyê û komek gel beşdar bûn.
Kayretli daxuyanî xwend, got ku di dîroka Komara Tirkiyeyê de çand, ziman û nasnameya kurdan bi awayekî bi pergal hatiye asîmîlekirin.
Piştî daxuyaniyê BDP'yiyan daxwaznameyên xwe dan Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Melezgirê.


