HEWLÊR
Komîteya Amadekar a Yekemîn Kongreya Neteweyî ya Kurd rapora Heyeta wan ku li ser rojavayê Kurdistanê li ser rewşa Rojava lêkolîn kiribû qebûl kir. Di raporê de 12 daxwaz hatin rêzkirin û bang li aliyan hat kirin ku van daxwazan bicih bînin.
Heyeta ku ji 7 kesan a Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd, ku li ser daxwaza fermî ya Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî ji bo rewşa li Rojavayê Kurdistanê lêkolîn bike hat avakirin, der barê lêkolînên xwe yên navbera 19-23'ê gelawêjê de raporek amade kir û pêşkêşî komîteya amadekar a kongreyê kir.
Komîteya amadekar îro li ser raporê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku rapora komîteya Rojava di civîna roja 29'ê gelawêjê de bi awayekî erênî hatiye dîtin û hatiye qebûlkirin.
Ji bo bicihanîna daxwazên di raporê de hatine rêzkirin Komîteya Amadekar bang li hemû aliyan kir ku bi hevkarî û di nava piştgiriyê de tevbigerin. Hat ragihandin ku jêgirteke (kopya) raporê ji rojavayê Kurdistanê û jêgirteke din jî ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hatiye şandin.
Di raporê de daxwazên gelê rojavayê Kurdistanê wiha hatin rêzkirin:
1- Divê hemû alî û partî pêwîstiyên peymana Hewlêrê bi cih bînin û Desteya Bilind a Kurdan û komîteyên pê ve girêdayî, bên çalakkirin.
2- Daxwaz tê kirin ku bi lez ji bo pêşîlêgirtina şerê li herêmên kurdî xebat bê kirin, ji ber ku şer ne li berjewendiya kurdan e û dibe sedema zêdebûna dijminên kurdan. Her wiha daxwaz kirin ku divê hemû alî li biryara şer û aştî de beşdar bibin û biryar bi tenê ne di destê aliyek de be.
3- Daxwaz tê kirin hêzekî çavdêr a hevbeş û yekgirtî li navbera hemû alî û pêkhateyan de bê avakirin.
4- Daxwaz tê kirin bi lez ji bo rojavayê Kurdistanê derman bê dabîn kirin.
5- Divêderiyê Sêmalka yê li navbera Herêma Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê ji bo hemû kar û barên bazirganiya giştî, lê belê bi bernameyeke rêkûpêk bê vekirin. Hemû aliyên rojavayê Kurdistanê beşdarî vê yekê bibin.
6- Ji bo ragirtina koçberbûna kurdên Rojava ya Herêma Kurdistanê, Tirkiye xebat bê kirin; tenê rê bi wan kesan bidin ku ji bo rewşa mirovî derbasî Herêma Kurdistanê bibin û derbasbûna wan bi rêkupêkî û ji bo demeke diyarkirî be.
7- Daxwaz tê kirin navenda partiyan vegerin rojavayê Kurdistanê.
8- Divê pêşî li şerê ragihandinê ya li navbera aliyên kurdî ku dijî hev dikin.
9- Kar bê kirin ji bo amadekirina wargehek(kampek) li rojavayê Kurdistanê û eger xelk ji ber her sedemek neçar bê herêma xwe bi cîh bihêle, li wê kampê de bê nîştecîh kirin. Her wiha ji bo vegerandina koçberên Herêma Kurdistanê ji bo Rojava xebat bê kirin.
10- Daxwaz tê kirin rêz li azadiya raman û karê rojnamegerî û rewşenbîran û rojnamegeran bê kirin û li karê wan de astengî neyê çêkirin.
11- Daxwaz tê kirin xelkê bakurê Kurdistanê zextan bixe ser Hikûmeta Tirkiyeyê ji bo vekirina deriyeke sînor ê li navbera Tirkiye û Rrojavayê Kurdistanê.
12- Hinek ji xelkê daxwaz dikirin ku li milê çek û teqemenî ve hevkariya YPG'ê bê kirin.
Pêşniyarên heyeta Kongreyê:
1- Ji bo dabînkirina dermanên ji bo Rojavayê Kurdistanê lez (Emercency) bêne kirin.
2- Ji bo bi cîhanîna hemû daxwaziyên ku li jor pêşkêşî lijneyê hate kirin, xebat bêne kirin.
3- Di derbarê vekirina deriyê Sêmalka (Pêşabîr) ya ji bo karûbarên bazirganî, divê sîstemeke nû bê danîn û li wî aliyê sînor yek alî di destê xwe de negre.


