Diyarname
Li Tirkiyeyê projeya "Cemxane û Mizgeft bi hev re" hat dest pê kirin. Ji bo vê yekê li Mamaka Enqereyê xîm hat avêtin. Dema avahî temam bibe Cemxane û Mizgeft dê li heman cihî, li kêleka hev û hewşê wan dê yek be.
Hikumeta AKP'ê, cemaet û ji aliyê elewiyan jî Weqfa Cem ku Serokê Weqfê Îzettin Dogan e piştgirî dide vê projeyê. Gelek elewî jî dijî vê projeyê derdikevin. Niha hin ji wan zêdetir dengê xwe derxist ku yek ji wan jî hunermenda navdar û mebûsa CHP'ê ya Stenbolê Sebahat Akkiraz e. Akkiraz ragihand ku ew ji bo boykotkirina Weqfa Cemê radyo û TV'ya Cem ku her du jî girêdayî vê weqfê ne boykot dike. Akkiraz got ku ew destûr nade stranên wê di vê radyo û TV'yê de bêne weşandin.
Hat gotin ku ligel Akkiraz, Kalan, Arda û Akkiraz Muzîkê biryar standiye ku berhemên telîfa wan di destê wan de ye dê nehêlin ev berhem ji aliyê Cem Radyo û TV ve bêne bikaranîn.


