Diyarname
Lîstikvana navdar Fusun Demirel di 50 saliya xwe de cêwî anî dinê. Demirel di fîlmê 'Mem û Zîn'ê de jî lîstibû.
Lîstikvana navdar Fusun Demirel di sala 1958'an de li Enqereyê hatiye dinê. Demirel ku heta niha xelatên Siyadê, Xelata Porteqala Zêrîn, Xelata Kozaya Zêrîn jî di nav de gelek xelat girtiye, di gelek fîlman û hin rêzefîlman de lîstiye. Demirel, fîlmên Handan Îpekçî yên li ser kurdan "Buyuk Adam Kuçuk Aşk", "Sakli Yuzler", "Uçurtmayi Vurmasinlar" ê derhêner Tunç Başaran ku li ser Derbeya 12'yê Rezberê ye, fîlmê Atif Yilmaç "Zugurt Axa" jî di nav de di gelek fîlman de lîstiye. Her wiha wê di fîlmê "Mem û Zîn"ê ku Umut Elçî ji berhema Ehmedê Xanî ya bi heman navî kişandibû de jî lîstibû. Demirel di "Mem û Zîn"ê de rola dayika Zînê û Stiyê girtibû ser milê xwe.
Fusun Demirela navdar niha yek keç yek kur cêwî anî dinê. Hate gotin ku tenduristiya zarokan baş e, lê ji ber ku hinek berî dema xwe hatine dinê niha di kuvozê de ne.


