logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Ji bo zarok ji zimanê xwe yê zikmakî şerm nekin

Kurê min, Robînê min, bila 12 saliya te hizûr, dilşadî û rojên ligel bavê te ji bo te bîne. Ez dixwazim tu qet ji bîr...

  • Dîrok: 17/10/2013
  • Beş: Ji Çapemeniya Dinyayê

Muharrem Erbey*

Kurê min, Robînê min, bila 12 saliya te hizûr, dilşadî û rojên ligel bavê te ji bo te bîne. Ez dixwazim tu qet ji bîr nekî ku ez ji te, diya te Burçîn û birê te Rober ji canê xwe zêdetir hez dikim. Dema çar sal berê ez hatim girtin, min ji diya te re gotibû, dema bipirse, bibêje "Bavê min çima girtiye?" jêre bibêje: "Li Komeleya Mafên Mirovan ji ber ku alîkariya mirovan kir hat girtin." Tu her pirsan bipirse kurê min. Tu û zarokên din ji bo tiştên em jiyan careke din nejîn ez li vir im. Ji bo min alîkariya kesên daxwaza heq, hiqûpê kirin û ji ber vê yekê hatin çewsandin, mexdûr bûn, ji bo alîkariya ev mirovên mezlûm; ji bo leşker, polîs, gerîla, cerdevan hev nekujin; ji bo min got bila mayîn neteqin, ji bo kirinên wisa min rexne kirin, ji ber min şaşî raxistin ber çavan, ji bo zarok nemirin, ji bo min got bila aştî çêbe ez li vir im.

Kurê min ê delal Robîn, di zemanên berê de bavan, dema kurên wan diketin 12 saliya xwe digirtin dibirin ser çiyayekî, ji bo xwezayê, daristan û çiyayan baş nas bike û hurmet nîşan bide, ji bo ew di nav lihevkirinê de bijîn hemû kîteyên li ser jiyanê pêre parve dikir. Ez jî dixwazim zanîna xwe bi te re parve bikim. Guh bide min kurê min. Xeyal bike ku ez û tu, ber bi êvarkî, li ser girekî, di bin dareke berû ya mezin de rûniştine; ba tê, li hewayê çivîk difirin, bifikire ku li daristanê dengê xişîna daran û dengê bayê tê. Dengê kenên zarokên gund, yê berxikên diçêrin, yê qazan, elokan, dengê kûçikên zarok ketine dû wan tê; wan hîs bike û guh bide min. Rûyê sorbûyî yê dayikên li ser tenûrê nan çêdikin, dengên cur bi cur ên li xwezayê, bêhn, ronahiyên cur bi cur, kesk, zer, hêza mezin a xwezayê bifikire.

Zarokatiya min

Ey kurê min, nifşê me yê li navika salên çil î, di bin ronahiya çirayê de, di şevên ku tarî bi ser me de dakiket û her tişt winda dikir, di wan şevên bê elektrîk de, me guh dida çîrokên kurdî yên bi cin û periyan û bi vî awayî em mezin bûn. Me ji hestiyên mihan kap çêdikirin û di avêtin hewayê, ji têlên zingarîn me kamyon, erebe, ji çamûrê xar çêkidir û bi coş me bi wan dilîst. Li Amedê, li Sûrîçî li mala me ya ji kevirên bazaltê di bin ronahiya lembeya bi gaz pêdiket de, em malbat me bi hev re nan dixwar, li nav nivînên li şaneşînê hatine raxistin de ligel birên xwe, me li stêrkan temaşe dikir û em radizan. Dema me ew qas dirêj lêdinêrî, stêrkan êdî bi me re xeber dida. Ligel bavê min, me bi dizî li stranên kurdî yên di Radyoya Yêrîwanê de dihatin gotin guhdarî dikir. Paşê me bar kir Baglara ku rezên wê bêser û ber bûn û li nav koşkek hebû. Dema di sala 1974'an de min dest bi dibistana seretayî kir diya min ji min re got: "Layê min li mektebê Kurmancî xeber nede û nebê ez Kurd im.”

Kurdiya ku li mal me pê xeber dida çima li dibistanê qedexe bû? Pirsa yekemîn ku dihat bîra min ev bû. Min ji diya xwe ya ku hatibû civîna malbatan a ku bi kurdî xeber dida, çarşefa reş li xwe kiribû, lastîkên naylonî di lingên wê de, min ji wê, ji fistanê wê yê gulgilî û yê pînekirî şerm kir. Ji bo ku tu ji zimanê xwe yê zikmakî şerm nekî ez li vir im. Ji bo zarok ji zimanê xwe yê zikmakî şerm nekin divê di cih de aştî çêbe.

Bila zikê zarokan têr be

Li ber ronahiya lembeya bi gazê pêdiket min xwe dirêj dikir û sparteya xwe ya malê çêdikir. Em dicemidiyan, em pir dicemidiyan. Ez 12 salî bûm, dema diçûm dibistana navîn tenê pantoleke min hebû. Di sibeheke zivistanê de ez rabûm, pantola min a hatibû şûştin ziwa nebûbû. Ligel ku ew şil bû min li xwe kir, ez ketim ser rêya dibistanê, bayê dema li çongên min, lingên min dida ez diqerisiyam. Rê ew qas dirêj bû, ew qas dirêj bû ku min digot qey ez diçim wî aliyê din ê dinyayê. Piştî demekê êdî lingên min qerisîn. Li nava kolanê dema ez dimeşiyam miza min hat. Dema ji nav pêlavên min ên reş lastîkîn ava zer herikî û dûman jê bilind bû hêstirên min hatin xwarê. Ji bo yê hemû zarokan du, sê pantolên wan hebin, ji bo ew necemidin ez li vir im. Ji bo zikê zarokan têr bibe û ew necemidin divê di cih de aştî çêbe.

Piştî ji mala me ya li qala jêr a du odeyî, li wê mala me ya bi nêm, ez çûm ber destê berber xebitîm. Ji bo mêş li ser xwe daneynin û qirêj nebe min pembû li qutiya pûdrayê dida û li camekanê dida; wê çaxê ez derketibûm ser kursiyê, bi ser pêçîkan de min xwe bilind dikir, bavê min ji wir derbas dibû, li min nêrî. Dema ez hê zarok bûm ez yek ji wan bûm min dikir mezin bibim. Bavê min nîşan kir, got "Were." Bi bazdanê ez çûm. Ji min re got: "Here ji hostayê xwe re bibêje ji bo bavê min bi lezgînî 100 lîra lazim e, piştî cejnê ezê bidim wî." Ez çûm min got, hostayê min bi ufî û kufî derxist pere da min. Min bir bi ken da bavê xwe. Tu û zarokên din ji bo nexebitin û bixwînin, ji bo hûn li parkan ji xwe re bilîzin ez li vir im. Ji bo zarok pûdrayê li camekanan nedin, ji dêvla wê lîstikan bilîzin divê di cih de aştî çêbe.

Bila zarok pirtûkan bixwînin

Wê salê, yanê dema ez 12 salî bûm, pirtûkên ji bo xwendina li betlaneyê anîn dibistanê. Min pere ji bavê xwe xwest. Bavê min ê ku serê sibê diçû kar û êvarê saet 5'an de dihat malê got: "Niha li cem min nîn in, lê ezê hel bikim." Serê sibê dema ez rabûm pere li ber balîfa min bûn. Di jiyana xwe de yekemîn pirtûka xwe bi kêf min girt û ez hatim malê. Êvara din, êvara din jî, min qet nedît bavê min dihat malê. Serê sibeyan lingên xwe yên werimîn dixist nava teşta ava germ. Dema bi diya min re xeber dide gotina qehwexaneyê min bihîst. Wê êvarê ez ji mal derketim, dema ez çûm ber qehwexaneyê li qorziyê min dît ku ji bo bavê min pereyê pirtûka min a ji bo betlaneyê derxe li qehwexaneyê dest bi kar kiriye. Min dixwest ez herim xwe bavêjim hembêza wî, bigirîm, lêborînê jê bixwazim, lê min nekarî; ez, serî li ber vegeriyam mal. Careke din êdî min tiştek ji bavê xwe nexwest. Ji bo zarok bikaribin pirtûkan bixwînin divê di cih de aştî çêbe.

Piştî demekê elektrîk hatin, çira, lembeyên bi gaz pêdiketin li kîleran veşartin. Texsiyên dirêj ên bi markeya Impala hatin Amedê. Êvaran, li Sûrîçî, kuçe, bi zarokên ku tebeqeyên xwarinan bi wan re, wan dibir û dianîn tije dibûn. Ji bîr neke kurê min, tiştê ku mirov dike mirov, bi hev re tevgerîn e. Ê me pêdiviya me bi me heye; malbat, heval, civak dema bi hev re tevbigere dê xurtir bibe. Paşê teknolojî bi lez pêşket, televîzyonên rengîn, kompîtur derketin, em bi lez derbasî serdema agahî, zanist û fezayê bûn. Di vê navberê re me hevaltî, ji hestiyan çêkirina kapan, dostanî, piştgiriya hev, ji bo hev şandina xwarinê ji bîr kir. Têkiliyên cîrantî kêm bûn. Her tişt bû berjewendî. Dikanên li taxan hatin girtin, pêşî marketên mezin, dûre AVM vebûn. Her der bû beton. Park, kuçe ji destên me çûn. Jiyaneke ku tenê li kuçeyên hunerê, AVM'yan derbas dibe pêşkêşî me kirin. Cejnên ku rû bi rû me hev didît me guhartin bi şandina peyamên ji telefonên destan; me dest bi ji bîr kirina dostanî, xweza, mirov, dar û temaşekirina stêrkan kir. Her tişt gelek bilez guherî, pir bilez. Serê min gêj bû. Me tiştên berê jî, yê nû jî bilez dît, tehm kir. Min ji van hemûyan ders derxist. Ez van radigihînim te jî. Ji bîr neke em hê li ser wî girî ne; ba, daristan, sewal, deng, zarokan ji bîr neke.

Her pirsan bipirse

Ey kurê min, pêşî xwe nas bike, tu kî yî? Tu ji ku hatî, ziman, çand, dîroka xwe bixwîne, nas bike, li nava xwe binêre, jîrbûnî, kêmasî, aliyên te yên pêş dikevin wan kifş bike. Dema te ev kirin qet ji şaşiyên ku tu bikî metirse. Di jiyanê de bêyî kirina şaşiyan tu tiştekî nikarî hîn bibî. Dibe tu bikevî, netirse, rabe ser piyan. Divê yê her kesî li gor wî rêwîtiyeke wî hebe, ji bo vê yekê xwe amade bike. Guh bide xwezayê. Li stêrkan temaşe bike, guh bide dengên ku êvaran tên, ger tu bixwazî guh bidî xweza dê hemû razên xwe ji bo te vebêje. Li gor jîrekiya te bila hêviyên te hebin. Karê ku tu bikî hezkirin û rihê xwe lê bike. Karê ku dilê te bi gurmînî jêre lêde hilbijêre. Bila dostên te yên rastîn bin, lê bila hindik bin. Bixwebawer bûn ji IQ'yê girîngtir e. Bi serbilindî bimeşe, bila dengê te xurt derê, nebe nermofis, lê nebe êrîşkar û qure jî. Bila jinek te ya tenê ya tu pir jê hez dikî û qîmetê didî, û bila karekî te yê tu bi hezkirîn dikî hebe. 

Ey kurê min, li jiyanê her pirsan bipirse. Di dema ku hin me ber bi civaka her xerc dike dehf dide de, çima di rojekê de 24 hezar kes ji birçînan dimirin? Çima li her derê komkujiya xwezayê heye? Çima çavkaniyên avê kêm dibin, her der dibe beton, qadên kesk çima kêm dibin? Hin kes çima her gav mafdar in? Çima nifşê sewalan bilez têk diçe?

Mirovên din bi qîmet in

Ey kurê min, ji ber hin kes zêdetir pere qezenc bikin, ji bo jiyaneke baştir bijîn û ji ber çavbirçîtiya wan dinyaya me ji destê me diherike diçe. Hemû reklam ji me re dibêjin: "Zêdetir xerc bike." Em veguherîn bûn nifşek ku her xerc dikin. Li mirovên birçî, li mirovên di lingên wan de pêlav tunene bifikire û li gor vê yekê xerc bike. Çavkaniya xwe ya feyzê, jîrekiya di nava dilê xwe de kifş bike. Normal e kêmasiyên te hebin lê qet destûrê nede kêmasiyên te bibin hakimên te. Di her nefesê de bi hîskirinê jiyana xwe bijî. Ev jiyan diyariyeke ji bo me hatiye pêşkêşkirin, emê wê çawa bijîn di destên me de ye. Ji bîr neke herî zêde alîkariya bê berjewendî mirovan dilşad dike. Di jiyanê de bila armanceke te hebe. Tiştek bike lê ya herî baş bike. Mirovên din bi qîmet in. Tu baş bi wan re demê derbas bikî, dê ji bo te jî baş be. Tu têkiliyeke bi xirecir bi mirovan re saz bikî, tuyê jî bikevî nav xirecirê. Her tiştî bi zanebûn bijî, bi kûrahî li bûyeran binêre. Mirov guhê xwe nede hin tiştan, lê bikene û here dê ji bo mirov baştir be. Demeke bi qelîte û bi berhênan derbas bike. Bi berhênan bixwîne, ji dil, dersa ku li ser hînbûnê çûbibe bixebite; sporê bike, bi têra xwe av û dewê vexwe, ji nav parsûyên xwe ji kûrahî ve nefesê bigire. Dinya cihê tehemûlkirinê ye. Bi sebir û bêhnfireh be. TV, kompîtur û telefona destan bi sînor bikar bîne. Bi qasî ku pêdiviya te pê hebe bila tiştên te hebin. Çiqas tiştên te hebin ew qas tu girêdayî wan dimînî. Pesnê mirovan bide. Pêdivî pê dîtin, pesindayîn muhîm e.

Bi diya xwe re biaxive.

Ey kurê min, bêyî berjewendî ji mirovan hez bike, li hemberî wan bêeleqe nemîne. Xirabiya herî mezin ku mirov li kesek bike ew e ku mirov li hemberî wî/ê bêeleqe bimîne. Eleqenîşandayîn hemû deriyan vedike. Eleqeya xwe ya li hemberî kesên tu ji wan hez dikî, ya ji bo giyaneweran, tiştan û xwezayê kêm neke. Kurê min, niha tuyê ji aliyê biyolojîk û hestê ve biguherî. Dê dengê te qalind be, di rûyê te de wê pirzek derên, tuyê li hemberî her tiştî bi reaksiyon nîşan bidî, tuyê kesî neecibînî, tuyê li hemberî her kesî, her tiştî serî hildî. Tuyê pir hestiyar bî, gelek tiştî ji xwe re bikî derd. Dê pirsgirêkên te bi malbat û hevalên te re çêbin, tuyê evîndar bibî. Tuyê her hestî zêdetir bijî, reaksiyon nîşan bidî, dilê mirovan bişkînî, tuyê bibî kesek îlelah jê tê kirin. Bila çend hevalên te yên nêz ku tu her tiştê xwe bi wan re par ve bikî hebin. Bi diya xwe re biaxive, çi bê bîra te, bêyî şerm bikî jê bipirse, ger ez derkevim tu dikarî bi rehetî ji min bipirsî. Şerm neke, zarokên ku nêzî dê û bavên xwe bin, bi hêsantir dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Berî ku tu tiştek bikî çend saniyeyan bifikire, encamê texmîn bike, wisa biaxive/bike. Ji bîr neke ku tevgerên te yên lezgîn dê zerarê bidin te. Di salên xwe yên balixbûnê de xort zêdetir bi xirûr tevdigerin. Ez bibêjim qet wisa neke jî ez dizanim tuyê bikî, lê qet nebe zêde neke.


Rojbûna te pîroz be

Kesên ku bi xetayên xwe henekên xwe bikin ew kes mirovên xurt in, tu jî, dema te xetayek kir henekên xwe pê bike. Sergiran be, hîn bibe ku guh bide mirovan. Qîmetê bide wan. Ne kesên pir diaxivin, yên ku tije diaxin tên hezkirin. Dema êvarê tu hatî malê li tiştên te kirine bifikire. Gelek pirtûkan bixwîne, zanîna xwe pêş bixe. Hestên xwe yên ji dil li defterekê lê bike, kêmasiyên xwe, planên xwe yên li ser pêşerojê. Carinan rûne, wan bixwîne. Hîn bibe ku tu ji wan dersê derxî. Ji bîr neke em hê li ser wî girî ne, em guh didin bayê, li wê derê li benda min be. Ezê bi bazdanê ber bi te ve werim. 

Ey kurê min, bila tu şika te tunebe ji bo hûn dilşad bibin bêyî bifikirim ezê her tiştî bikim. Ez te, Rober û diya te Burçîn ku ez ji canê xwe zêdetir jê hez dikim hembêz dikim, ez ji eniya te te maçî dikim, bi hesreta bêhna te ez te pîroz dikim.

Rojbûna te pîroz be.

Bavê te.

* Serokê berê yê ÎHD'ya Amedê, ji berfanbara 2009'an ve ji doza KCK'ê girtiye

Têbinî: Muharrem Erbey ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê ji bo kurê xwe yê ket 12 saliya xwe nameyeke rojbûnê şandibû ku ev name di Radikal İki (13.10.2013) de hat weşandin.

Wergera ji bo kurdî: Cemil Oguz


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Ji Çapemeniya Dinyayê - Nivîsên Dawî
news
  • 09 02 2023

Ev jî çêbû: Di TIR'a alîkariyê de tilyak hat dîtin

news
  • 28 12 2022

Taywanê dema leşkeriyê bilind kir

news
  • 25 12 2022

2022: Hejmara kurdên ku li Almanyayê ji bo penaberiyê serî lêdane diyar bû

news
  • 12 12 2022

Bazinek sexte firotine Şêxê Qatarê

news
  • 05 12 2022

Oxfordê peyva salê hilbijart

news
  • 23 11 2022

Dimay 50 sere eşkera bî ke Bruce Lee çirê merdo

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Festîvalê derî vekir: 10 roj wê şahiya fîlman li dar be

ad

Çavên her kesî îro li Pekînê ye

ad

Maça sêyemînî: Hirvatistan an Fas dê madalyayê bigire?

ad

Hatina Koma Aştiyê ya ji Ewropayê ji bo demekê betal bû

ad

“Werin em stratejiyeke hevpar a ziman ava bikin”

ad

Porteqala Zêrîn dê bang li Îranê bike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname