QAMIŞLO
Pêkhateyên rojavayê Kurdistanê yên ji kurd, ereb, suryanî, asurî pêk tên, bi armanca nirxandina projiya rêveberiya herêmê ya demî, li bajarê Qamişlo li hev civiyan.
Civîn li Salona Rewebî ya li Taxa Hilêliyê hate lidarxistin. Di civînê de rêveberên PYD, TEV DEM, Partiya Çepa Demokratîk a Kurd li Suriyê, Partiya Çep a Kurd li Suriyê, Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Suriyê, Partiya Yekîtiya Suryan, Partiya Kominîst a Kurdistanê, Partiya Asûrî ya Demokrat, Yekîtiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Aşitî ya Kurd li Suriyê, Rêxistina Asûriya Demokratîk, Rêxistîna Sosyalîst a Ereb, Rêxistina Yekîtiya Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz, Rêxistina li Dijî Şîdeta li Ser Jinê ya Sara, Înîsiyatîfa Jinên Suriyê, nûnerên eşîrên ereb, Hevgirtina Civanên Sûriya Niştimanî û gelek rewşembîr amade bûn.
Di civînê de li ser jiyana hevbeş û biratiya gelan nirxandin hatin kirin û ji bo pêkanîna vê yekê jî girîngiya modela rêveberiyek alternatîf û demokratîk hate vegotin. Di civînê de modela rêveberiya herêmê ya demî ku hemû netew, kêmnetew û bawerî dikarin temsîla xwe tê de bigirin, hate nîqaşkirin û hate gotin ku ev model ji bo herêmê Sûriyek demokratîk dikare bibe bingehek.
Di nîqaşan de hate destnîşankirin ku divê ji bo xebatên rêveberiya demî komîteyek hevbeş ku ji hemû pêkhateyan pêk tê bê avakirin. Di encama civînê de hate gotin ku wê di rojên pêş de li ser mijarê civînên nû bêne pêkanîn.
Ji ANHA'yê hatiye girtin


