NAVENDA NÛÇEYAN
Koalîsiyona Niştimanî ya Sûriyê îdîa kir ku avakirina Meclîsa Giştî ya Hevbeş a Damezirandina Rêveberiya Demî “perçekirina Suriyê” ye û pêkhateyên ku meclis ava kirine (kurd, ereb, çeçen, asurî, suryani) wekî dijmin îlan kirin. Lê pesnên ENKS ku biryara tevlîbûna koalîsyonê dabû, dan.
Dengvedana avakirina Meclisa Giştî ya Hevbeş a Damezirandina Rêveberiya Demî ku duh di encama civîna li bajarê Qamişlo hate lidarxistin de hate avakirin, didome. Li gel nirxandin û nêzîkahiyên erênî, dijberî derdikevin pêş.
Yek ji derdorên ku li dijî derdikevin jî, Koalîsyona Niştimanî ya Hêzên Şoreşgerî yên Suriyê ye. Her çiqasî Meclisa Giştî ya Hevbeş a Damezirandina Rêveberiya Demî bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku ew ji bo yekîtiya gelan tevdigere, her wiha ev proje wê bibe mînaka Suriyeyek demokratîk jî Koalîsyona Suriyê ev yek nedît.
Koalîsyona hêzên muxalefeta Suriyê ku têkildarî mijarê îro daxuyaniyek da, PYD tawambar kir û îdîa kir ku PYD bi vê projeya xwe ya ku pêşkêş kiribû re Suriyê perçe dike û ev jî dijminahî ye. Ji ber ku di meclisa hatiye avakirin de hemû pêkhateyên Rojava (Kurd, ereb, asurî, suryanî, çeçen) jî hene, ev daxuyaniya Koalîsyona Suriyê heman pêkhateyan tawambar dike.
Li aliyê din heman Koalîsyonê dîsa îro daxuyaniyek cuda da û pesnên Encumenî Niştimanî Kurdî li Suriyê (ENKS) dan û diyar kir ku ew ENKS’ê hembêz dikin.
Balkêş e ku ev daxuyanî, piştî xurtkirina îradeya herêmê ya siyasî tê dayîn. Nexasim ENKS biryar girtibû ku ewê tevlî Koalîsyona Suriyê bibin, koalîsyona ku heta niha tu mafên kurdan û pêkhateyên herêmê qebûl nekirine jî erênî nêzîk bibû. Ev jî wekî hewldana perçekirina îradeya siyasî hatibû nirxandin. Ev daxuyaniya dawî ya koalîsyonê jî wekî helwestek li dijî vê hewldana xwe ku bi ser neketiye tê nirxandin.
ANHA


