Diyarname
Pêr me pirsî bû dê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr çi diyarî Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî bike? Îro di hevdîtinê de Baydemîr pirtûka "Amed"* û tebeçek çînîku ji aliyê Atolyeya Hunerê ya Sî û Ronahî ya Şaredariyê ve hatiye çêkirin û li ser wêneya sembola Amedê heye diyarî Barzanî kir. Baydemîr duh ligel van, pirtûka "Meyîr"ê jî diyarî Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kiribû lê ev pirtûk diyarî Barzanî nekir.
*Pirtûka ka Amed Tigris û Yildiz Çakar amade kiriye li ser erdnîgarî, dîrok û çanda amedê ye.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Berzanî-Baydemîr: Amed jî Hewlêr jî mala me ye
- Baydemîr pirtûka 'Meyîr' û 'Amed' diyarî Erdogan kir
- Barzanî: Bijî biratiya tirk û kurdan


