Diyarname
Li Qoserê bi beşdariya gelek hunermendî konserek ji bo piştgiriya li Rojava li dar dikeve.
Konser wê 9'ê vê mehê saet 19'an de li Buhara Dugun Salonu li dar bikeve. Di konserê de Seyda Perinçek, Yunusê Agirî, Ayfer Duzdaş, Koroya Şehîd Elî Temel, Koma besta, Koma Sorxwîn Nûdem û koma Govenda Faraşîn derkevin ser dikê û hunera we pêşkêş bikin. Her wiha li bendê ne ku mebûs û şaredarên BDP'yî jî li konserê amade bin.


