DÊRIK
Welatiyên Rojavayî yên ku koçberî Herêma Başûrê Kurdistanê bûne, ji ber ku deriyê sînor ê Sêmalka ji aliyê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve hatiye girtin, bi qeyikan di rêya ava Dicle re vedigerin malên xwe. Her wiha di meha borî de 14 hezar welatî vegeriyan.
Deriyê sînor ê Sêmalka ya di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ev demeke ji aliyê Hikumeta Başûrê Kurdistanê ve bi awayekî fermî hatiye girtin û nahêlin alîkariyên mirovahî derbasî Rojava bibin. Tevî vê yekê di meha borî de 14 hezar ji welatiyên rojavayê Kurdistanê vegeriyan malên xwe.
Welatiyan sedema vegeriyan rojavaya Kurdistan anîn ênîn ziman ku rewşa welatiyan di wargehên koçberan de gelekî xerab e, bi taybet bi hatina demsala zivistanê re. Her wiha rojane nêzî 400 welatî ji başûrê Kurdistanê vedigerin Rojava.
Derbarê mijarê de Endamê Rêveberiya Deriyê Sînor ê Sêmalka Umran Qasim diyar kir ku hejmara welatiyan ên vedigerin Rojava rojane 350 kesî derbas dike. Qasim da zanî ku ew ji bo pêşwazî veguhastina welatiyan gelek maşin amadekirine. Her wiha Qasim qala hejmara kesên meha borê vegeriyane Rojava jî kir û got: "Hejmara welatiyên di meha borî de vegerîne 14 hezar in. Tevî vê yekê jî Hikumeta Başûrê Kurdistanê deriyê sînor heta niha girtiye."
Li aliyê din Meclisa Tenduristiyê ya bajarê Dêrikê ji bo rewşên awarte û aşlekirina zarokan û parastina wan ji nexweşiyên ku dibe ji wargehan wergirtibin, gelek bijîşk şandin sînorê Rojava û Başûr.
Ji ANHA'yê hatiye girtin


