ENQERE
Mebûsên BDP'ê peyva Kurdistan xistibûn Pûşnûmaya Butçeya 2014'an a Tirkiyeyê. Lê di serî de AKP, CHP û MHP'ê bi zorê ew ji pêşnûmayê derxist. Muxalefet û xwedî lê derketina navê Kurdistan ya mebûsên BDP'ê têre nekir. Ji ber peyva Kurdistan di navbera mebûsên BDP'ê, AKP û MHP'ê de nîqaş derket.
Niha li Meclisa Tirkiyeyê butçeya 2014'an a Tirkiyeyê tê nîqaşkirin. Partiyên li meclisê koma wan heye jî li ser butçeyê pêşnûmayên xwe amade dikin, her wiha pirsan li butçeyên partiyên din dikin. BDP'ê di vî warî de xwe amade kiribû û di pûşnûmaya ku amade kiribû de ji bo herêma ku Tirkiye jêre dibêje "Guneydoğu", "Dogu Anadolu", BDP'ê peyvên "Kurdistan", "Kurdistana Tirkiyeyê" bikar anî bu. HEr wiha di pûşnûmaya BDP'ê de Ocalan wekî "Rêberê Gelê Kurd" hatibû destnîşankirin. Lê partiyên din tehemulê navê Kurdistanê nekirin û nîqaş derket.
Mebûsên AKP'ê îdîa kirin ku ev beş li dijî Zagona Bingehên e û li Civata Giştî nîqaşa ûsilê vekir.
Cîgirê Serokê Koma AKP'ê Mahîr Unal ê li dijî şerha BDP'yiyan derket îdîa kir, "Hemû kar û barên li Meclisê divê li gorî Zagona Bingehîn bin. Di metna BDP'ê de bi awayekî zelal dijberiya Zagona Bingehîn heye. Em vîna çareseriyê datînin holê. Lê ev vîna me ne ji bo parçekirina welêt e."
Li ser vê yekê Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan da xuyakirin ku di rojeva îro de ev nîqaş nîn e û got, "Sibê hûn dikarin rabin, nîjadperestiyê jî faşîzmê jî, li vir het tiştî bêjin. Hûn çi dikin bikin, hûnê nikaribin di rapor û nivîsên vê Meclisê de gotina Kurdistanê derxînin. Ji ber ku li vî welatî Kurdistan heye. Kurd û zimanê kurdan heye. Hûnê vê bi vî rengî qebûl bikin. Mafên mirovan naskirina hiqûqê ye. Naskirina nasname û çanda welatiyan e. Hûn dibêjin ji şerha mûxalefetê Kurdistanê derxînin. Kes wî mafî nade we ku hûn li vê derê ji me re bêjin 'vî tiştî bikin.'"
Kaplan got, "Bêwate ye ku tu rabî li Amedê bêjî Kurdistan, li vir jî dij derkevî" û bibîr xist ku Ataturk gotiye "Kurdistan" û ev yek jî di raporên Meclisê de cih digire.
Kaplan got, "Dema hûn vê gotinê derdixînin gelo bi ya we dê 20 mîlyon kurd tune bibin. Kurd û Kurdistan heye. Tiştê ku derbekarên 12'ê Rezberê xwestin bikin, hûn dixwazin niha bikin. Gelo mejiyê Kenan Evren li vê Meclisê digere. Dema bi kêrî we were hûn bi MHP'ê re li hev dikin. Eger hûn ji vê derê Kurdistanê derxin, ev der wê bibe Meclisa Tirkan. Di hevdîtinên butçeyê de 11 rojan emê bi gotina Kurdistanê dest bi axaftinê bikin. Eger hûn şaşîtiyeke wiha bikin, emê 11 rojan behsa Kurdistanê, Roboskî, kuştinên kiryar ne diyar û gundên we şewitandine bikin."
Di dema axaftina Kaplan de ji ber ku di navbera partiya nîjadperest MHP û parlamenterên BDP'ê de nîqaş derket, rûniştina Civaka Giştî 5 deqeyan ket navberê.
Piştî navberê ligel şerha BDP'ê jî peyva Kurdistan ji raporê derxistin.


