Diyarname
Desteya Tenduristiyê ya Îngilistanê (NHS) li ser mirov dikare çawa dest ji cixareyê berde 5 xal diyar kirin.
Pisporên desturistiyên dibêjin ku bandora erênî ya devjêberdana cixareyê zû xwe nîşan dide û ev bandor demdirêj û gelek fireh in.
NHS'ê ev pêşniyar kirin:
1- Ji Saziya Ewlehiya Civakî û Polîklînîkên Devjêberdana Cixaneyê yên girêdayî Wezanreta Tenduristiyê alîkarî bigirin. Hûn ne tena serê xwe ne.
Carinan gotina "min dev ji cixareyê berdan" têrê nake. Hin sedemên din dikin ku hûn dest jê bernedin. Bi Terapiya Replasman a Nîkotînê devjêberdana cixareyê çar qat zêde dise.
2- Sedemên we yên berdana cixareyê çi ne? Li ser qaxizekê binivîsin û bi sarincoka xwe, yan bi camê erebeya xwe ve bikin.
Temenê we, yan jî ne muhîm e hûn ji kengê de cixareyê dikişînin; çawa ku we dev ji cixareyê berda hûnê xwe dilşad hîs bikin. Hema bibêje hûnê cih de fêdeyên devjêberdanê bijîn.
Zêde dem têre neborê dilê we ji bo zêdetir xwînê bişîne nav laxê wê dê li pompeyê de. Ev yek tê wateya oksîjena zêdetir. Dema we dev ji cixareyê berda dê laşê we sipasiya we bike. Hûnê bibînin ku nefes girtin û dayîna we baştir bûye, hûnê hindiktir bi zekemê û sermayê bikevin û hûnê bibînin ku hûn rehetir sporê dikin.
3. Demên ku we cixare nedikişand bînin bîra xwe.
Ji bo hûn cixareyê nekişînin hûn çi dikin? Ji ceribandinên xwe sûdeyê bigirin.
4. Bi pereyên ku we pê cixare dikirî û hûn niha xerc nakin, ji bo xwe tiştên hûn jê hez dikin bikin, yan jî ji xwe re pê diyariyan bikirin.
We hesaba cixareya ku hen roj hûn dikişÎnin kiriye qet? Bi dev jê berdanê re hûn dê bibînin ku we çiqas pere dane ser hev.
Wisa bifikirin, hûn rojê 20 cixare dikişînin, ev yek dike salê de 7300 cixare. Hûn cixareya herî erzan bikirin jî salê dê li dor 1000 dolarê we here.Hûn dikarin vî pereyî ji bo betlaneyeke xweş a havînê bikar bînin.
5. Ger we dev ji cixareyê berda van 4 xalan ji bîr nekin. Her ku kişandina cixareyê hat bîra we wê bi paş ve bixin, bi têra xwe avê vexwin, xwe bi ewiqînin û kûr nefesê bikişînin.


