Diyarname
Li gor daneyên Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê di sala 2013'yan de li Tirkiyeyê 47 hezar û 352 cure pirtûk hatine çapkirin.
Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê (TYB) her sal agahiyên li ser pirtûkan diweşîne. Yekîtiyê îsal jî agahiyên il ser sala 2013'yan de weşandin.
TYB agahiyan ji Ajansa ISBN ya Wezareta Tûrîzm û Çandê ya Tirkiyeyê û Midûriyeta Giştî ya Sînemayê Mafên Telîfê digire. TYB'ê li gor daneyên ku ji wan girtin pêşkêşî me kirin.
Vane hin kîte ji agahiyên TYB'ê:
- Bi giştî di sala 2013'Yan de 47 hezar û 352 cure (sernav) pirtûk hatine çapkirin. Di sala 2012'Yan de 42 hezar û 337 cure pirtûk hatibûn çapkirin.
- Di warê çapkirina pirtûkan de li gor sala 2012'Yan sedî 12 zêdebûnek çêbûye.
- Li Tirkiyeyê serê kesî 7,1 pirtûk dikeve. (Li gor hejmara TUÎK'ê 75 mîlyon û 627 hezar û 824 kes li Tirkiyeyê dijîn û pirtûk li gor vê hejmarê li serê kesî hatine belavkirin û ev dane hatiye bidestxistin) Di sala 2012'yan de serê kesî 6,4 pirtûk diket.
- Pirtûkên dersan ên li dibistanan ku MEB (Wezareta Perwerdehiya Neteweyî) bê pere li dibistanan belav dike jî têde bi giştî 536 mîlyon û 259 hezar û 40 heb pirtûk hatine çapkirin. Ji bo 330.017.405 heb pirtûkî bandorl hatiye girtin. MEB'ê di sala 2013'Yan de 206.241.635 heb pirtûk bê pere li dibistanên seretayî û navîn belav kir.
- Li gor daneyên UNESCO'yê Tirkiye bi 42 hezar û 337 cure pirtûkî li dinyayê 13'emîn welat e ku herî zêde pirtûk çap kiriye.
- Li gor daneyên lêkolîna Yekîtiya Weşangerên Navneteweyî (IPA) ya sala 2013'yan, Tirkiye bi mîlyarek û 682 mîlyon Euro cîroya weşangeriyê, li dinyayê 13'emîn sektora mezin a weşangeriyê ye.
***
Têbinî: Lîsteya me ya pirtûkên bi kurdî yên ku di sala 2013'yan de li Tirkiye û li Bakur hatine weşandin amade ye. Sibê emê wê biweşînin.
***
- 2013: Li Tirkiyeyê çend malper hatin girtin?
- 2013: Herî zêde em li van peyvan geriyane!
- 2013: Li Qoserê herî zêde kîjan pirtûk hatin firotin?
- 2013: Li Tirkiyeyê fîlmên ku herî zêde hatine temaşekirin
- 2013: 70 rojnameger li ser kar mirin
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


