logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Nasnameya mîtolojîk

Di bikaranîna çavkaniyên ‘gotinê’ de mirov nikare dîrok û folklorê ji mîtolojiyê veqetîne. Wekî mînak ‘roj û agirê ku bi

  • Dîrok: 22/01/2014
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Sîdar Jîr

Di bikaranîna çavkaniyên ‘gotinê’ de mirov nikare dîrok û folklorê ji mîtolojiyê veqetîne. Wekî mînak ‘roj û agirê ku bi awayê xwe yê ‘deformebûyî’ hê jî di nava dîrok, çand û folklora kurdî de xwedî cihekî girîng e, di binyada xwe de xwedî kokên mîtolojîk in. Lewma jî mît û mîtolojî berî nivîsê bi ‘gotinê’ re hebû.

Di heman demê de bêyî mît û mîtolojiya di Iliada û Odysseia de, ravekirin û têgihîştina çavkaniyên ‘gotin’ a Ewropî wê neyê fêmkirin an jî wê kêm be. Li ser vê binyada heyî ewropiyan jî bi tevgera Romantîkan a di dawiya sedsala 18’an û destpêka sedsala 19’an de ku bi dijberiya Serdema Ronakbûnê derketine holê, mît wekî potansiyela afirînêriyeke gelekî xurt hildane dest.

Gelek caran dijwar e ku jiyan bi çavdêriyên rasteqînî were şayesandin. Di vê dijwariyê de nivîsê tim berê xwe daye mît û mîtolojiyê. 

Dema ku ji bo mirov êdî dev ji baweriya ji mîtan ber didin û wan ji bo ravekirin û çalakiyên xwe yên dîtir bi kar tîne, wê demê êdî mîtên ku ne diyar e kengî ketine nava jiyana mirovahiyê/civakê dibin mîtên mirî. Wê kêlîkê ew mîtên mirî dibin amûrên wêjeyê.

Ger lehengên mîtolojîk bi awayê devkî bêne ragihandin wekî berhemên ‘wêjeya devkî’ lê ku ew berhem bi awayê nivîskî bên ragihandin wê demê jî ew mîtên mirî di nava ‘wêjeya nivîskî’ de cihê xwe digirin. Herî zêde di destanan de mirov rastî hêma û lehengên mythosîk tê. Ji ber ku destan jêderk û destpêka wêjeya devkî ye, gelekî normal e ku di destanan de hêmayên mîtolojîk xwe bêhtir bidin der. 

Di metnên ‘mythos’î de, metaforên ku dertên û rewşa dramatîk a mirovahiyê vedibêjin û ji berhemên çandî yên şaristaniyan pêk tên.

Digel ku baweriya bi mîtan a di metnên wêjeyî de li gorî rewşa wan a derveyî nivîsê kêmtir e jî, dîsa jî bi awayekî giştî ev mîtên hanê pîroz in.

Di wêjeya devkî de bêhtir bi çîrçîrok û fablan mîtên ku wekî ‘mîtên mirî’ têne pênasekirin, bi îxtimaleke gelekî xurt di destpêkê de lehengên wan her yek mîtek bû.

Ji aliyê wêjeya nivîskî ve ev yek bêhtir şênber e, têkiliya wêjeya nivîskî ya bi mîtan re bi destpêka nivîs û rêbazên nivîsînê re dest pê dike. 

Gilgamêş yek ji wan mînakan e, ku bi kevneşopiya herî kevin a ku tê zanîn, bi nivîsa somerî derbasî nava wêjeya nivîskî bûye.

Di bikaranîna van ‘hêmayên’ dîrokî de ku Gilgamêş ji bo someriyan çi be, ji bo romayiyan Aeneas, ji bo kurdan jî Kawa heman tişt e. 

Agirê Prometheus ji bo yewnaniyan çi be, agirê Newrozê ji bo kurdan heman tişt e. Ev hemû di rojên xedar ên civakan de derketine û wekî ‘serdema lehengiyê’di dîrokê de cih girtine.

Lewma jî ew lehengên navdar di hemû demên nivîsandinê de ji bo nivîsê bûne çavkaniya bestê.

Paşxaneya mîtolojiya kurdan di berhemên wekî Memê Alan, Dimdim, Newroz, Derwêşê Evdî û hwd. de çi bi giştî û çi jî wekî fragman di folklora kurdî de xwe didin der. Lê di paşxaneya nivîskariya kurdî de gelek caran pasîf in.

Mît û lehengên mîtolojîk di ziman û zemanên cuda de, li erdnîgariyên cuda hatibin vegotin jî, her mît ji bo civak û erdnîgariya xwe kodek e, çi nivîskî çi jî devkî ferq nake û ev kelepûr ‘nasnameya nivîsê’ ye.

 

20.01.2014, Azadiya Welat

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Dersên kurmancî û zazakî dest pê dikin

ad

SZK’ê pirtûka “Rêzimana Kurmancî” weşand

ad

Tucrube bû şampiyonê şampiyonan

ad

Lawje û Şanoya Bajêr bernameyên xwe betal kirin

ad

Çend pirtûkên li ser ziman hatin weşandin? Va ye lîste

ad

2018: Muzîkarê herî zêde lê hatiye guhdarîkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname