AMÛDÊ
Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê rapora xwe ya yekemîn pêşkêşî Meclîsa Zagonsaz kir û derbarê xebatên ku meşadine de agahî dan. Li gor raporê wan roja şemî wekî roja betlaneyê qebûl kiriye û saetên xebatê jî serê sibê 08'an de dest pê dike heta 15.00'an.
Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê li navenda xwe ya li Amûdê civiya. Di civîna ku endamên meclisê amadebûn de, Serokê Meclisa Rêveber (Serokwezîr) Ekrem Hiso derbarê xebatên meclisê de rapora xwe ya yekemîn pêşkêş kir.
Di raporê de hate diyarkirin ku hemû desteyên meclisê hatine hişyarkirin ku heta 28’ê reşemiyê rêzikname, şêwazê rêxistinkirinê û plansaziyên xwe temam bikin.
Di raporê de hate destnîşankirin ku navenda Meclisa Rêveber bajarê Amûdê ye û hate gotin ku wan roja şemiyê wekî roja betlaneyê diyar kiriye, di rojên din de jî saetên xebatê wekî 08.00 û 15.00 hatine diyarkirin.
Di berdewamiya raporê de ji bo danasîna rêveberiyê û rakirina ambargoyê, li ser girîngiya têkiliyên bi dewletên cîran re hate rawestin û hate bibîrxistin ku şandeya Desteya Karên Derve di vê çarçoveyê de çûye bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê û xebatên xwe didomîne.
Hate gotin ku Desteya Enerjiyê ji bo peydakirina gazê bi pêşxistina têkiliyên bi dewletên cîran re hatiye erkdarkirin. Her wiha wê bi hevkariya Desteya Çandiniyê mazotê ji bo çotkaran peyda bike. Mazot wê di destpêka demsala avdanê de bê belavkirin.
Derbarê şandeyên ku piştî îlankirina rêveberiyê hatine serdana herêma Cizîrê de jî di raporê de hate diyarkirin ku şandeyên Enstîtuya Rojhilata Nêz a girêdayî Wezareta Karên Derve ya Fransayê (FPO), Partiya Kesk a Parlamentoya Siwêdê û Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navnetewî (HRW) hatine pêşwazîkirin. Hate destnîşankirin ku bi şandeyan re li ser pirsgirêkên herêmê û rêveberiya xweser gotûbêj hatiye kirin.
Di raporê de hate daxuyandin ku gelek şandeyên herêmî û gel jî hatine serdana meclisê, hestên xwe yên pîrozbahiyê anîne ziman.
Her wiha hate gotin ku li ser rêveberiya xweser bi gelek televîzyonên neteweyî û navneteweyî re jî têkilî hatine danîne.
Di dawiya raporê de hate diyarkirin ku Navenda Çapemeniyê ya Meclisa Rêveber hatiye vekirin û Ciwan Mihemed wekî berdevk hatiye erkdarkirin.
Piştî xwendina rapora Meclisa Rêveber, civîn bi mijarên cuda dom kir. Çav li rê ye ku navên cîgirên serokên desteyan bêne erêkirin.
ANHA


