logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Li pey "pûçkirina ramana" kurdiya qedîm

Di hejmara dawîn a “Kürt Tarihi” de mijara sereke dîroka zimanê kurdî ye. Di vê hejmara kovarê de der barê zimanê kurdî

  • Dîrok: 25/02/2014
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Sami Tan

Di hejmara dawîn a “Kürt Tarihi”  de mijara sereke dîroka zimanê kurdî ye. Di vê hejmara kovarê de der barê zimanê kurdî û zaravayên wî de sê nivîs cih digirin. Di nav van nivîsan de ya sereke nivîsa bi sernavê “Kadim Kürtçenin İzinde (Li Pey Kurdiya Qedîm)”* e. Ev nivîs ji hêla zimanzan Ergin Öpengin ve hatiye nivîsandin. Nivîs balê dikêşe ser hewldanên vedîtin û afirandina destnivîsên dîrokî yên bi kurdiya qedîm.

Nivîskar bi hinek delîlan nîşan dide ku ew destnivîsên mîna wê helbesta bi hewramî ya ku li gorî angaştê ji sedsala 7’an maye û helbesta ku ji hêla Boraboz ve hatiye nivîsandin ku wekî nimûneyên kurdiya qedîm hatine pêşkêşkirin belgeyên çêkirî ne, heke ne çêkirî bin jî ewende ne kevin in  

Piştî van nirxandinan der barê kurdiya qedîm de li ber destan bi tenê du tişt dimînin, yek ji wan alfabeya ku pirtûka alimê keldanî yê sedsala 9’an Ibn-i Wehşiye qala wê dike û pirtûkên bi kurdî ku ew bi dibêje, “Min çavên serê xwe dîtine û du heb ji wan wergerandine” ya din jî duayeke bi çend zimanan a ku ji sedsala 15’an maye û li gorî zanyaran ji ber belgeyeke kevntir hatiye girtin.

Di vê belgeyê de duayek bi çend zimanan hatiye gotin û yek ji wan zimanan jî wekî “zimanê medî” hatiye binavkirin. Lê zimanê duayê kurmancî ye. Duaya wekî medî hatiye binavkirin bi vî rengî ye: “Pakij xudê, pakij zehm, pakij vêmerg, koy hatî xaçê ij kir ma, rehmetê me”. Di vê duayekê de min bi tenê wateya “ij kir me” nedizanî, ew jî bi  vê nivîsê zelal dide. Ev forma ku di wateya “ji bo me” û “li şûna me”  de îro jî bi forma “şikra me” di kurmancî tê bikaranîn.  Ev jî nîşan dide ku kurmancî  di nav 500 salî de pir zêde neguheriye.Jixwe nimûneyên ji wêjeya klasîk jî vê rastiyê diselmînin.

Min jî li ser vê bingehê di pirtûka ku me ji bo Weqfa Dîrokê amade kiribû de ev belge wekî delîla têkiliya di navbera kurd û medan de nîşan dabû. Di vê nivîsê de ev yek jî hatiye rexnekirin û hatiye gotin ku dîroknasên ermenî bi awayekî toreyî kurd wekî “med” bi nav kirine, ev yek nabe delîla têkiliya di navbera kurd û medan de.  Lê bingeha vê adet û toreyê çi ye? Çima dîroknasên ermen ji kurdan re dibêjin, “med”, divê sedemeke vê yekê hebe. Demekê hinek nivîskarên tirk digot, peyva “ekrad” di erebî de tê wateya kesên koçber lewre jî qewmek bi navê kurd nîn e. Helbet ev binavkirin bi tena serê xwe nabe delîla têkiliya di navbera kurd û medan de, lê belê dîsa jî ev binavkirin nîşaneya têkiliyekê ye.

Di encamê de jî hatiye gotin ku heke berî îslamê wekî komekê kurd û zimanê wan derneketibe holê jî ev yek ji bo kurdan ne nîşaneya qelsiyê ye.  Piştî van nirxandinan nivîskêr wekî destpêka zimanê nivîskî yê kurdî sedsala 16’an anku destpêka wêjeya klasîk nîşan daye.  Li gorî vê dîtinê, wêjeya kurdî ne bi Elî Herîrî yê ku li gorî texmînan di sedsala 15’an de jiyaye û bi tenê hinek helbestên wî li ber destan hene, bi kesên ku dîwanên wan li ber destan hene, dest pê dike. Ev dîtin di rewşa îroyîn de û li gorî materyalên li ber destan wekî dîtineke maqûl xuya dike. Lê belê bi rewşa siyasî û statûya gelan re ev pîvanên “zanistî” jî diguherin.  

Rexneya min a sereke ji vê nivîsê re ev e; dema ku mirov bala xwe dide çavkaniyên nivîskêr mirov dibîne ku wî xwe zêde spartiye lêkolînên D.N. MacKenzie, ev xebat jî berî niha bi 60 salî hatine kirin, ji aliyê rêbazê ve jî kevn in û hinek nirxandinên ne zanistî jî hene. Bo nimûne MacKenzie di xebata xwe der barê binyada zimanê kurdî de ji aliyê denganiyê ve kurdî bi zimanên din ên îranî re hevrû dike û dibêje, “Tekane pîvana ku kurdî ji zimanên din ên îranî cuda dike deng /k/ ye.” Bi kurtasî pevguherîna dengan a di navber zimanên başûrê rojava û bakurê rojava de napejirîne, li ser esasê ku awarteyên wê pir in. Lê heke em bi vî çavî lê binêrin, em nikarin tu pîvana bêyî nimûneyên awarte bibînin. Dengê /k/ ku di farisî de dibe /x/  jî ne bêyî awarte ye. Bo nimûne peyva kurdî “xûz” di farisî de “kûz” e. Wekî din MacKenzie di senifandina zaravayên kurdî de bi tenê pîvanên denganî bi kar tîne, bala xwe nade pîvan morfolojîk. Bo nimûne pergala ergatîvî,  qet bala wî nakişîne. Li ser vê bingehê kirmanckî û goranî dîsa bi hinek bi pîvanên denganî ji kurdî cuda dike. Di wir de jî pevguherîna deng /v-w/ û /m/ wekî pîvanekê destnîşan dike, lê awarteyên wê jî gelek in. Bo nimûne di kurdî de peyva “çem” bingeha xwe ji “çim”a kirmanckî digire.

Li aliyê din, divê em ji bîr nekin ku xebatên zanyarî jî parçeyekî xebatên netewesaziyê ne. Di van du sed salên dawîn de kurdan têkoşîna têkoşîna xwe kariye xwe ji qirbûnê rizgar bikin û hebûna xwe biparêzin. Lê belê xebatên netewesaziyê zêdetir bi destên dewletan tên kirin. Lewma jî heta niha xelkê dîroka wan nivîsandiye, li ser zimanê wan lêkolîn kirine. Heta ku kurd zanîngehên xwe ava nekin, li wê derê pisporên xwe perwerde nekin û xebatên zimanzanî û arkeolojiyê bi destên xwe nekin, ew ê li ser çavkaniyên ji destê duyemîn, pirî caran jî ji destê sêyemîn sûdê wergirin û hewl bidin ku di ser wan çavkaniyan re hinek encaman bi dest bixin.

Ev xebatên netewesaziyê li aliyekî, ew tiştên ku li ser navê persan/ farisan hatine tomarkirin çendî malê farisan bi tenê ne? Çima gelên din (kurd, belûc, peştu hwd.) ji vê keleporê bêpar dimînin, bi tenê faris li ser vê keleporê rûdinin? Her kes dizane ku hemû gelên îranî berê yek bûn, kelepora wan jî malê hemû gelên îranî ye. Ji ber ku ew gelên din bindest in û derfet nedîtine ku bibin dewlet ji vê keleporê bêpar têne hiştin.

 Zanyar dibêjin ji medan tiştek nemaye, dewleteke ku sedsal temenê wê hebe, çawa ji nişka ve ji holê radibe û li pey xwe tiştekî nahêle? Xuya ye ku med û pers bi hev re jiyane, ji aliyê çand û zimanî ve nêzîkî hev in.  Îro jî hemû zimanên îranî bi qasî lehçeyên zimanekî nêzî hev in. Lewre jî berdenûs û destnivîsên heyî yên bi zimanên îranî yên kevn malên hemû gelên îranî ne.

 

***

 

*Nûçeya li ser vê mijarê:

- Kovara Kurt Tarîhî îdîayeke gelek mezin avêt holê

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Gotina ku herî dawî mirov bibêje!

ad

ETA çekan teslîm dike

ad

Biryar hat dayîn: Roja hilbijartina Herêma Kurdistanê hat eşkere kirin

ad

Reşîd Sofî hat bibîranîn

ad

Keleha Xoşabê...

ad

'Antigone' li Stenbolê bi kurdî derket ser dikê!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname