Diyarname
Li Tirkiyeyê yekemîn car dê serokomar bê hilbijartin. YSK'ê roja vê hilbijartinê diyar kir.
Li Tirkiyeyê heta niha meclisê ji nava xwe kesek ji bo serokomarî hildibijart, niha yekemîn car dê serokomarekî bê hilbijartin. Li ser hilbijartina serokomariyê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) bi daxuyaniyakê rojên hilbijartinê diyar kir ku hilbijartin dê di du doran de bê çêkirin.
YSK'ê ev biryar girt:
- Dora yekem a hilbijartina ji bo serokomariyê dê 10'ê gelawêja 2014'an de li dar bikeve. Di vê dorê de berendamek sedî 50 dengan negire dê dora duyem li dar bikeve. Ev dor jî roja wê 24'ê gelawêjê diyar kirine.
- Li derveyî Tirkiyeyê hemwelatiyên Tirkiyeyê dê bikaribin roja 31'ê tîrmehê, 1, 2 û 3'yê gelawêjê dengan bidin.
- YSK'ê diyar kiriye ku ji bo hilbijartinê pêşiya me amadehiya xwe kirine.


