AMED
Odeya Bîjîşkan a Amedê îsal xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê da Parlamenterê DEP'ê yê berê yê Amedê Hatîp Dîcle. Berendamê Hevşaredarên Amedê Firat Anli xelata Hatîp Dîcle girt. Dîcle ev nêzî 5 salan e girtî ye.
Odaye Bijîşkan a Amedê ji bo 14'ê Adarê Cejna Tibê, li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn merasima Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê ku her sal dide li dar xist. Gelek endam û rêveberên şaxên girêdayî sendîkayên KESK'ê, ÎHD û saziyên civakî beşdarî merasîma xelatdayînê bûn.
Her wiha li ser Hatîp Dîcle sînevîzyonek hat nîşandayîn. Paşê nameya Hatîp Dîcle ku şandibû bi kurdî û tirkî hat xwendin. Dîcle di nameya xwe de li ser pêvajoya ku Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan dabû dest pê kirin sekinî û got: "Ji bo aştiyek mayînde divê pêvajo li ser zemîna hiqûqî be û di bin banê Zagona Bingehîn de bê berdewamkirin."
Dîcle got ew rewşenbîrên gelekî ku bi koletiyê hatine mehkûmkirin û gelekî mazlûm in û wisa got: "Ez bi rûmet im ku xizmeta vî gelî dikim. Lê ez ji aliyekî ve jî gelek xemgîn im ku di girtîgehê de zêdetir nikarim xizmeta têkoşîna vî gelî bidim."
Piştî merasimê di bin moderatoriya Serokê ÎHD'Ya Amedê Raci Bilice de bi beşdariya Firat Anli û Mehmet Emin Aktar gotûbêjek li ser jiyana Dicle li dar ket. Anli û Aktar qala tiştên ku ligel Dîcle wan salan jiyane kirin.
Anli di axaftina xwe de wisa got: "Di salên 90'î de ligel Dîcle me ber xwe da, li hemberî dewletê me serî hil da, loma em ketin girtîgehê. Lê niha digel ku me di warê siyaseta demokratîk de xebat kir jî em dîsa hatin girtin. Ev bi xwe nakokiyek e."
Aktar jî got ku ew ligel Dîcle di sala 1999'an de ji bo rêveberiya ÎHD'ê hatin hilbijartin û bal kişand ser dîsîplîna Dîcle ya di xebatê de.


