logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  4. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  5. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
news-details

Coşa Rojava li Wuppertalê xwe nîşan da

HRRK Yekemîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê li dar xist. Mîhrîcan bi coşek mezin li dar ket. Coşa pêşketinên li Rojav

  • Dîrok: 17/03/2014
  • Beş: Nûçe

Diyarname

HRRK Yekemîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê li dar xist. Mîhrîcan bi coşek mezin li dar ket. Coşa pêşketinên li Rojava li Wuppertalê di mîhrîcanê de xwe nîşan da.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ku demek berê kongreya xwe çêkiribû û wekî çalakirina tevgerê hin xebat dabûn pêşiya xwe, pêre jî biryar girtibû ku mîhrîcanek lidar bixe. Mîhrîcana HRRK'ê li bajarê Wuppertala Almanyayê bi beşdariya li dor 150 kesî ji wî bajarî û bajarên din ên Almanyayê bi coşeke mezin li dar ket.

Salvegera Helebçe û Serhildana Qamişlo

Mîhrîcan roja 16'ê adarê, saet 13.30'yan de bi deqeyeke rêzgirtina ji bo şehîdan û bi xwendina sirûda neteweyî Ey Reqîbê dest pê kir. Serokê HRRK'ê Hesen Abdullah axaftina destpêkê ya mîhrîcanê kir û got ku ew îro hem salvegera Helebçeyê û hem jî ji bo salvegera Serhildana Qamişlo ya 12'ê Adara 2004'an li vir in. Abdullah diyar kir ku hevgirtina wan jî encameke ji encamên vê serhildanê ku di avrêla 2004'an de kongreya xwe ya damezrandinê çêkiribû; ji ber vê, wateyeke taybet ya vê rojê li cem wan heye. 

Her wiha Abdullah behsa taybetiya Adarê û kurdan kir û dûre jî bal kişand ser plan û projeyên hevgirtinê û avakirina şaxên wê hem li Amedê û hem jî li Duhok û Silêmaniyê. Serokê HRRK'ê Abdullah bi hêviya ku ew saleke din van çaxan di duyemîn mîhrîcanê de bêne ba hev dawî li axaftina xwe anî.

Helbest, muzîk û stran

Pêşkêşvaniya mîhrîcana ku heta saet 18.00'an dom kir Bavê Narîn û Narîn Şêxê bûn. Di mîhrîcanê de gelek kesî helbest xwendin û hunermendên kurd Zuhêr Cemîl, Rauf Keleş, Adil Elî, Zubêr Salih, Narîn Şêxê û Siûd Ehmed jî bi muzîk û strana xwe reng dan çalakiyê. Di nav dor150 kesên beşdarî mîhrîcanê bûn de hin kesên naskirî yên wekî Abdulqadir Mûsa, Bêwar Dêrşewî, Cano şakir, Abbas Abbas, Ciwan Qado, Ehmedê Huseynî, Hejar Kino, Azer Şiwêş, Hêmen Kurdaxî, Hesen Îrandost, Kawa Şêxê, D.Macid Israîl (Ereb ji Misrê), Roza Husên, Luqman Sulêman, Rûkiye Ozmen, Newaf Mîro, Nezîr Mele, Selîm Biçûk, Şêxmûs Îsa, Yûnis Elhekîm, Yûnis Behrem, Bilal (Bavê Hozan), Hesen Ebdullah û Helîm Yûsiv jî hebûn ku hin ji van derketin ser dikê û helbest jî xwendin

Hin bûn endamê HRRK'ê

Atmosfera germ a li rojavayê Kurdistanê xwe li mîhrîcanê jî pêça û mîhrîcan bi coş li dar ket. Di  mîhrîcanê de hin nivîskarên kurd ên ku ne endamên HRKK'ê bûn jî serî li HRRK'ê dan û bûn endam.

Nameyên pîrozbahiyê

Hin kesên ku nekarîn herin mîhrîcanê jî bi nameyên xwe ku ji bo mîhrîcanê şandin, piştgirî dan mîhrîcanê û ew pîroz kirin. Ji Amûdê nivîskarê kurd Deham Evdilfetah, ji Stenbolê edîtorê Diyarnameyê Cemîl Oguz û ji Hewlêrê Hoşeng Derwîş bi nameyên xwe yên pîrozbahiyê; her wiha Fethullah Huseynî ji Silêmaniyê û Şêrzad Halîbaz jî ji Kobanî helbestên xwe ji bo mîhrîcanê şandibûn.

Mîhrîcan bi xwendina helbesteke Melayê Cizîrî bi dawî bû û heta saleke din xatir xwest.

 

 

 

 

 

 


Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Galaya 'Mazgal' bi coş li dar ket

ad

Talebanî: Divê em mafên parêzgeha Kerkûkê biparêzin

ad

Turk: Em xebatên xwe bi kurdî bikin

ad

'Rojên Ma Musicê' bi konsera zarokan dest pê kir

ad

Ji bo Kerkûkê referandûm li dar dikeve

ad

ORC'ê jî anketa xwe belav kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname