Diyarname
Serokdewletê Rusyayê Vladimir Putin biryarnameya ku Kirimê wekî dewleteke serbixwe nasdike îmze kir.
Li gor daxuyaniya Serokatiay Dewletê ya Rusyayê, Putînî ew biryarname îmze kiriye û Kirim wekî welatekî "Serbixwe û destihaltdar naz kiriye.
Roja 16'ê adarê gelê Kirimê di referandûmê de bi sedî 96.8 ji bo Kirim bibe welate serbixwe û bi Rusyayê re bibe yek biryara erê dabû.
Kirim ji sala 1992'yan de wekî Komara Xweser a Kirimê bi Ukraynayê ve girêdayî bû. Niha bi vê referandûmê serxwebûna xwe îlan kir û di heman demê de ji bo wan bigirin nava xwe serî li Rusyayê da.
17'ê mehê Rusyayê bi awayekî fersî qebûl kir ku Kirim "Komara Kirimê serbixwe ye û dewleteke desthilatdar e."
Li bendê ne ku roja 18'ê mehê Putin li meclisê ragihîne ku Kirim beşdarî Rusyayê bûye.
Her wiha Parlemena Kirimê jî biryara serxwebûnê ragihand. Di parlemena Kirimê de 100 mebûs hene, ji van 86 mebûs beşdarî danişînê bûn û ji van 78 mebûsî bi yek denî "deklerasyona serxwebûnê" eşkere kir û wisa hat gotin: "Em dewleta serbixwe û desthilatdar a Kirimê radigihîni ku Sivastepon li nav de dê xwedi statuyeke taybet be."
Parlemenê di serî de bang li Neteweyên Yekbûyî, bang li hemû dewletên dinyayê kir ku Kirimê nas bikin.


