Diyarname
Yek ji navçeyên navendî ya mezin a Mêrsînê jî Akdenîz e. Akdenîz ku di destê BDP'ê de bû, careke din BDP li wir bi ser ket.
BDP'ê careke din Mehmet Fazil Turk wekî berendam nîşan da. Turk û Yuksel Mutlu wekî Berendamên Hevserokatiya Şaredariyê nîşan da. BDP'ê di sala 2009'an de sedî 30.36 girtibû û bi ser ketibû. Hê sedî 15 sindoqên ku nehatine jimartin hene. Li gor encamên niha BDP'ê bi sedî 30.36 Şaredariya Akdenîzê bi dest xistiye. Ev reqem hindik be jî dê bilind bibe.


