Diyarname
Di fînala Kûpaya Kral a Spanyayê de tîmên Real Madrid û Barselona derketin pêşberî hev. Real Madrid bi 2-1 bi ser ket û kûpa bi dest xist.
Maç êvara 16'ê mehê li Stada Mestella hate lîstin. Di deqîqeya 11'an de li ser navê Madridê Angel di Maria gol avêt û tîm bi 1-0 pêş ket. Nîveka yekemîn bi vê encamê bi dawî bû. Di nivîka duyemîn de Barselona zêdetir hewl da xwe û di deqîqeya 59'an de bi gola Batra gihîşt armanca xwe lê di deqîqeya 87'an de Bale gol avêt û Barselona şand mala xwe.
Li Spanyayê herî zêde Barselonayê ev Kûpaya Kral bi dest xistiye. Barselonayê 23 car, piştî wê Atletic Bilbao 18 car û Real Madrid jî 15 car kûpa bi dest xistiye. Bi vê yekê re reqemê Real Madrîd derket 16'an.


