Di sala 2001'ê de Serokê HADEP'a Silopî Serdar Taniş û sekreterê navçeyê Ebubekir Deniz ji bo ku îfade bidin çûn qereqola jendirmeyan û ji wê rojê de êdî ji wan tu xeber nehate girtin.
8'ê vê mehê mebûsê DTP'ê yê Mûşê Sirri Sakik li meclisê li derveyî rojekê mafê axaftinê girt, çû cem kursî, wêneyên Taniş û Denîz bi kursiyê ve kir û rewşa wan pirsî.
Bi ya we paşê çawa bû?
Belê, paşê mebûsên Ak Partî nerazîbûn nîşan dan, bêyî wekî desthilatdarî li ser windayan bisekinin...
Êdî pêdivî bi gotinê nîn e.


