Amed
Tîma Basketbolê ya Keçên Stêrk a Şaredariya Baglara Amedê, di Şampiyoniya Tirkiyeyê ya bi beşdariya tîmên herî jêhatî yên Tirkiyeyê de bû çaremîn. Tîm di tûrnûvayên li Amed û herêma xwe de bû yekemîn û mafê tevlîbûna Şampiyoniya li navçeya Konya Akşehîrê bi dest xist. Tîm li vir serketina çaremiriyê bi dest xist. Lîstikvana Tîma Şaredariya Baglarê Şevval Avci jî di heman demê de bû lîsikvana herî zêde pûan çêkir û mora xwe avêt binê serketineke nû.
Antrenorê Tîma Basketbolê ya Keçên Stêrk a Şaredariya Baglarê Remzî Atli diyar kir ku ji nava tîmên herî serketî yên Tirkiyeyê ew bûne çaremîn û got: "Em di heman demê de veguherî tîmeke ku li gelemperiya Tirkiyeyê li ser tê axaftin." Atli ragihand ku ewê di sala bê de bi lîstikeke baş derbasî lîga duyemîn bibin û got, "Ez bawerim ku emê li gelemperiya Tirkiyeyê şaredariya xwe bi awayekî herî baş temsîl bikin."
LÎSTIKVANA HERÎ ZÊDE PÛAN ÇÊ KIR JI TÎMA BAGLARÊ YE
Lîstikvana xwedî pûana herî zêde ya tûrnûvayê Şevval Avci da xuyakirin ku ew ji ber vê serketina mezin serbilind û gelekî kêfxweş e. Avci diyar kir ku ew di bin sîwana Şaredariyê de hînê basketbolê bûye û wiha dom kir: "Ji bo di basketbolê de serketinên baştir bidest bixim, ezê ya ji destê xwe têm bikim. Ez ji her kesên ku bûn wesîleya hatina me ya vê derê spas dikim. Em malbatek in û tîmekî gelekî baş in. Ez bawerim ku bi hevalên xwe yên tîmê re emê mora xwe biavêjin binê gelek serketinên mezin."
Lîstikvana tîmê Zîlan Gulsum jî da xuyakirin ku ew hewl didin li ser navê Şaredariyê hin tiştan bikin û got: "Ji ber ku temenê me biçûk e, em nekaribûn îsal biçin lîga duyemîn. Emê sala pêş beşdar bibin û ez bawerim ku emê xwe bigihînin cihên gelekî baş."
Qaptana tîmê Şukran Parlak jî da zanîn ku tevî ku ezmûnên wan ên maçê tunebû jî, di nava tîmên xwedî maliyetek bilind ên Tirkiyeyê de ew bûne çaremîn û ev yek ji bo wan serketineke gelekî mezin e. Parlak destnîşan kir ku serketinên wan wê dewam bikin.
‘EMÊ ARMANCA XWE MEZIN BIKIN’
Hevserokê Kulûba Sporê ya Şaredariya Baglarê Sebahattîn Kizilkan ragihand ku wan xwe gihandine hemû armancên danîne pêşiya xwe û got: "Em ekîbeke ku salên dirêj bi hev re dixebitin. Di bingeha serketina me de jî ev yek heye. Armanca me ew e ku sporê bi zarokên keç bidin hezkirin. Û îro em bûn çaremînê Tirkiyeyê. Divê ji vê saetê û şûn de em armanca xwe mezin bikin. Me tîmekî wisa avakirin ku bi dîtina min bi vî tîmî em dikarin xwe bigihêjînin her devera em dixwazin. Mafê keçên me çêbûye ku derbasî lîga duyemîn bibin. Ev serketina me bi rastî jî rasthatinek nîn e."


