logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Vane şampiyonên Ewropayê

Li Ewropayê serdema fûtbolê ya sala 2013-2014'an temam bû û şampiyon jî diyar bûn. Vane şampiyon:

  • Dîrok: 18/05/2014
  • Beş: Spor

Diyarname

Li Ewropayê lîg temam bûn û şampiyon jî diyar bûn. Ji nav tîmên welatên Ewropayê herî zêde Juventusê pûan kom kirine: 102 pûan. Herî hindik jî şampiyonê Rusyayê CSKA Moskova: 64 pûan. Li Almanyayê Bayer Munih, li Spanyayê Atletico Madrid bi 90 pûanan bû şampiyon.

Vaye şampiyonên welatên Ewropayê:

Îtalya

Li Îtalyayê îsal Juventus gihîşt armanca xwe. Juventus di encama 38 maçan de 102 pûan girt û bû şampiyon. Piştî wî Roma bi 85 pûanan encax karî rêza duyemîn bi dest bixe. Berî sal temam bibe bi çend hefteyan Juventusê jixwe şampiyoniya xwe îlan kiribû.

Îngilistan

Li Îngilistanê heta hefteya dawî heyecan dom kir. Di dawiyê de Manchester City bi 86 pûanan gihîşt armanca xwe. Liverpool bi 84 pûanan di rêza duyem, Chelsea jî bi 82 pûanan di rêza seyême de cihê xwe girt.

Spanya

Li La Lîgayê heta hefteya dawî, ne tenê hefteya dawî, heta çirkeya dawî heyecan li dar bû. Di hefteya dawî de Atletico Madrid bi 89 pûanan yekemîn, Barselona bi 87 pûanan duyemîn bû. Û di hefteya dawî de ev her du tîm dê bihata hemberî hev. Wekhevî, yanê tenê pûanek têra Atletico Madrid dikir, lê ji bo Barselonayê serketin diviya. Di nîveka yekem a maçê de Barselona gol avêt, lê di nîveka duyem de Madrîdê nîşan da ku çiqas dixwe piştî 18 salan careke din bibe şampiyon. Belê maç bi 1-1'ê bi dawî bû û Atletico Madrîd bi 90 pûanî gihîşt armanca xwe.

Barselona bi 87 pûanan di rêza duyem, Real Madrid jî bi heman pûanan di rêza sêyem de cih girt.

Almanya

Li Ewropayê îsal şampiyonê yekemîn ji Bundesligayê hat. Tîma Bayer Munih di Bundesligayê de firiya. Kesî nekarî pêşî lê bigire û ev yek bû sedema nîqaşê "Ev lîg ji bo vê tîmê hêsan e"... Belê Bayer Munih bû şampiyon lê ne di hefteyên dawî de, tam bi temamî 7 hefte berî ku lîg bi dawî bibe bû şampiyon. Bayer Munih bi 90 pûanan dawî li lîgê anî. Borussia Dortmund di rêza duyem de bi 71 pûanî, Shalke 04 jî bi 64 pûanan di rêza sêyemîn de ji bo xwe cih veqetand.

Bayer Munih ligel şampiyoniyê di fînala Kûpaya Almanyayê jî li hemberî Borussia Dortmund 2-0 bi ser ket û kûpa bir mala xwe. 

Fransa

Li Gransayê PSG (Paris St Germain) hinek rehet bû. PSG bi 89 pûanan gihîşt mirazê xwe. Monaco di 80 pûanî, Lille jî di 71 pûanî de ma.

Rusya

Li Premier Lîg a Rusyayê jî heyecan hebû. Di dawiyê de CSKA Moskova bi 64 pûanan bû şampiyon. Zenit bi pûanek jê kêmtir di rêza duyem de ma. Yê sêyemîn Lokomotif Moskova di 59 pûanan de ma. Her wiha li nav welatên Ewropayê herî hindik şampiyonê Rusyayê bi hindik pûanan bûye şampiyon.

Hollanda 

Li Hollandayê Ajaks bi 71 pûanan bû serek û tac danî serê xwe. Feyenordê duyemîn encam karî 67 pûanan bi dest bixe.

Portekîz

Li Portekîzê Benfica ku di heman demê de di Kûpaya Lîga UEFA'yê de fînal lîst lê li hemberî Sevillay bi penaltiyan têk çû bû şampiyon. Benfica bi 74 pûanan gihîşt mirazê xwe. Sporting Lizbon bi 67 pûanan bû duyemîn.

Tirkiye

Li Tirkiyeyê Fenerbahçe berî lîg bi dawî bibe bi 3 hefteyan şampiyoniya xwe ragihand. Fenerbahçe bû 19 caran dibe şampiyon. Fenerbahçe bi 74 pûanan gihîşt encamê. Li dû Galatasaray bi 65 pûanan, Beşiktaş jî bi 62 pûanan di rêza sêyemîn de cih girt.

Di Lîga Super a Spor Toto de ji şampiyoniyê wêdetir rêza duyem û sêyem ji bo çûyîna Lîga Şampiyonan (ji ber ku Fenerbahçe ji ber cezayê xwe nikare here) duyemîn û sêyemîn heta hefteya dawî di nav qayişkişanê de bûn. Her wiha ji bo UEFA Lîga Ewropayê jî sê çar tîm bi hev re di pêşbaziyê de bûn.

Di Lîga Super a Spor Toto de sê tîm ketin lîgek jêrîn PTT Lîga Yekemîn ku ew jî Kayseri, Antalya û Elezîz. Ji PTT Lîga yekemî jî Îstanbul BŞB bû şampiyon û Balikesir Spor bû duyemîn. Ev her du tîm raste rast derketin Lîga Super, 4 tîmên din bi hev re Play Off lîstin. Di encaman maçên Play Offê de Mersin bi ser ket û wekî tîma sêyemîn derket Lîga Super a Spor Totoya Tirkiyeyê.

 

Yewnanistan

Li Yewnanistanê Olympiakos bi 69 pûanan gihîşt armancê. Paok di 69 pûanan de ma.

Belçîka

Li Belçîkaye Standard Liege bi 67 pûanan bû yekemîn û li dû wê Club Brugge bi 63 pûanan lîg temam kir.

Hollanda

Li Hollandayê Willem II bi 79 pûanan bû şampiyon û Dordrecht bi 73 pûanan di rêza duyemîn de cih bi dest xist.

Romanya

Li Romanyayê Steaua Bucarest di dawiyê de bi 76 pûanan gihîşt armanca xwe. Astra Giugio di 69 pûanan de ma. 

 

 

*** 

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.      

 

 

 ***

 

 

- Kurt Tarihi meseleya nasnameya kurdbûnê ya Bedîuzzeman digire dest

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Spor - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

news
  • 27 10 2026

Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

news
  • 27 10 2026

Harry Kane û Alexia Putellas xelata Ballon d'Orê girtin

news
  • 27 10 2026

Bingol, Mazidagi, Van, Agri spor têk çûn; Mûş, Entab bi ser ketin

news
  • 24 10 2026

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news
  • 24 10 2026

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji CHP'ê 15 mebûs derbasî Îyî Partî bûn

ad

Fotoyê rojê: Dor li Alîpaşa girtin

ad

Kurdên ku Tirkiyeyê bi rê ve dibin

ad

H. Yûsiv: Asta romana miletekî neynika asta xweşikbûna wî miletî ye

ad

Li Geverê hejmara miriyan zêde dibe

ad

Ji ber bertekan çapkirina pirtûka xwe betal kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname